Li Bordeaûxê bikaranîna çekên kîmyewî hate protestokirina
Ciwanên Kurd li bajarê Bordeaûxê yê Fransa, bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê protesto kirin.
Ciwanên Kurd li bajarê Bordeaûxê yê Fransa, bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê protesto kirin.
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJin) ji bo prostestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û di şer de bikaranîna çekên kîmyewî meşek hat lidarxistin. Ciwanan, pankart û dowîzên ku bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk teşhîr dikin hilgirtin û cilên spî yên temsîlî yên xwe parastina ji çekên kîmyewî li xwe kirin.
Di çalakiyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li ber xwe dide û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a bi piştgiriya NATO’yê bi awayekî bêhempa li ber xwe didin, bi berzkirina dirûşmeyan hatin silavkirin.