Li Baselê mîtînga 'Na ji şer re'

Li Baselê bi çalakiyekê hate ragihandin ku fatûreya şerê li Ûkrayna û Kurdistanê bi rengê komkujî, xizanî û cihêkariyê li gelan tê birîn.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi wesîleya 1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi pêşengiya Yekîtiyê Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) çalakiyek hate lidarxistin.

Pêkhateyên ADGB'ê li Claraplatzê li hev kom bûn û bi dirûşma "Na ji şer, komkujiyê re, niha dema aştiyê ye" mîtîngek lidar xistin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi navê ADGB'ê ji aliyê Fahriye Ûsta ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zilma barbariya emperyalîst a li ser gelan dewam dike û hate gotin, di encama êrîşên li ser Ûkrayna û Kurdistanê de komkujî, xizanî li ser gelan hatiye ferzkirin û gef li jiyana bi hev re tê xwarin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li parêzvanên mafên mirovan dikin ku li dijî barbariya emperyalîst a ku bûye bela li serê gelên cîhanê, têkoşîna yekbûyî bilind bikin."

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.