Li Qibrisê 4 hezar îmze hatin berhevkirin

Li bajarê Lîmasol, Lefkoşa û Larnaca yê Qibrisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de 4 hezar îmze hatin berhevkirin.

Li Qibrisê, kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ berdewam dike. Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li seranserî welat kampanya îmzeyan didomîne. Îro li bajarê Lîmasol, Lefkoşa û Larnaca standa îmzeyan hate danîn û zêdetirî 4 hezar îmze hatin berhevkirin.

Berdevkê Komîsyona Kampanya Îmzeyan Kamîl Akalin derbarê kampanyayê de axivî û got: “PKK hêza parastina azadiyê ye. Têkoşîna me ya li dijî pergala ku di şexsê PKK’ê de gelekê terorîze dike, wê ji her demê zêdetir dewam bike. Ji bo me giringiya hejmara îmzeyan nameye, heta ku kampanya bigihêje armanca xwe wê têkoşîna me bidome.“