KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina li Polonyayê da

KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Kurdên li Polonyayê da û banga hevgirtinê kir.

KCDK-E’yê derbarê destgîrkirinên Kurdên li Polonyayê daxuyaniyek weşand û got “Polîsên Polonyayê yên ku wekî polîsên rejîma faşîst a AKP û MHP’ê dixebitin, di 4’ê Cotmehê de di destê sibehê de girtiye ser kargeh û malên 50 Kurdên welatparêz.

Ji ber ku gelê Kurd xwedî li nasname û çanda xwe derdikeve, ev dibin sedemên destgîrkirinê. Dema ku ev kesên hatine destgîrkirin birine qereqolê jî zext li Kurdan hatine kirin.

Di dema operasyonê de du polîs bi Tirkî axivîne û ev jî vê îxtîmalê derdixe pêş ku ev operasyon bi hevkariya MÎT’ê tê kirin.

Em bang li hikumeta Polonyayê dikin ku li gorî qaîdeyên hiqûqî yên demokratîk û peymanên mafên mirovan ên gerdûnî tevbigerin. Em van zextên Polonyayê şermezar dikin. Em bang li hikumeta Polonyayê dikin ku bila dawî li şirîkatiya xwe ya bi rejîma faşîst a AKP û MHP’ê bînin.”