PKAN: Nagihan, mînaka hebûna bi rastiya xwe bû

PKAN’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî û got: “Ew mînaka herî baş a têkoşîna ji bo hebûnê bû ku hay ji rastiya xwe hebû.“

Platforma Kurdên Anatoliyaya Navîn (PKAN) têkildarê qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê û Akademîsyen Nagihan Akarsel daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Nagihan Akarsel, jineke Kurd a li Anatoliyaya Navîn çêbûye. Nivîskar, rojnameger û aktîvîst bû. Bi hişmendiya çîroka xwe ya sirgûniyê mezin bûye. Ji çêbûn û mezinbûna wek Kurdekê li Rojhilatê Anatoliyayê re têkoşîneke cuda divê. Kurdên Anatoliyayê Navîn li dijî bişaftinê xwedî li nasnameya xwe derketin. Nagihan Akarsel, mînaka herî baş a vê yekê bû ku hay ji rastiya xwe hebû. Destê wê ji Kurdistanê nebû, li cihekê dûrê welatê xwe be jî, bû hevkara têkoşîna gelê Kurd, berê xwe da erdnîgariya xwe. Gel, jin, zarok, xweza û têkoşîna Kurdan ji nêz ve nas kirin û li ser vî esasî têkoşiya.

Kesayeta wê ya mînak bi xeta têkoşînê re bû yek. Nîşanê her kesê da ku divê mirov di her warî de têbikoşe. Wê hemû qetlîam, têkoşîna azadiyê û berxwedana jinên Kurd dîtin. Rahişt pênûsê, tev li xebata çapemeniyê bû. Tiştên li Kurdistanê diqewimîn, bi hemû rastiya xwe radigihand. Berê xwe da nava refên azadiyê. Tev li xebata bipêşdebirina azadiya jinan bû. Têkoşîna di warê pratîkî de ji xwe re kir esas. Tev li projeya avakirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê jî bû. Di demên herî dijwar de têkoşiya û fikira xwe ya azadiyê bi pratîk pêk anî. Ji gelek jinan re bû ronî. Ji me, Anatoliya Navîn û hemû gelê Kurd re cehda berxwedanê û têkoşîn wek mîrate hiştin.

Em hişmendiya Nagihan Akarsel bi hovîtî qetil kir, şermezar dikin, bila kiryaran demildest derbixin holê. Em soz didin ku em ê te ji bîr nekin.“