Li Parlamentoya Ewropayê ya li Strasboûrgê, pêşniyaznameya xistina nav lîsta reş a YE’yê ya radeyarên Îranî bi dengdanê hat qebûlkirin. Parlamentoyê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku di serî de polîsên exlaq, hemû rayedarên Îranî yên berpirsên qetilkirina Jîna Emînî û bi dehan xwepêşanderan in, bixe nav lîstey xwe ya reş.
Parlamentoya Ewropayê destnîşan kir ku danekirinên li ser rêvebirên li ser Parêzkarên Şoreşê hatine pêkanîn, neyên hilanîn. Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola jî roja Duşemê di vekirina parlamentoyê de diyar kir ku qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî xaleke werçerxê ye.
Metsola got: “Bihêlin ku ez bibêjim em bi her keçekê re ne ku li Îranê ji bo mafê xwe têdikoşe. Kî ku banga guherînê bike, Parlamentoya Ewropayê bi şanazî bi wan re ye.“