Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, wê herî kêm li 6 bajaran çalakiyên protestoyî li dar bixin.
TJK-F bi daxuyanîyekî nivîskî diyar kir ku “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” û bang li gel kir ku li dijî komploya navneteweyî dakevin qadan.
TJK-F got: “Em dikevin sala 24’emîn komploya navneteweyî ku di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahî gelê Kurd pêk hat. Em careke din Rêber Apo ku li dijî komploya sedsalê têdikoşe, silav dikin û şehîdên xwe yên ku li dijî komployê li dor dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ xwe kirine xeleqek ji agir bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em gel û dostên xwe yên azadîxwaz yên ku ligel hemû qirkirinên çandî û fîzîkî ên dijmin jî ji bo parastina nasname, rûmet û hebûna xwe têdikoşin, silav dikin.”
TJK-F diyar kir ku qetilkirina edîtora kovara Jineolojiyê Nagehan Akarsel ya 4’ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, berdewamiya komployê ye û wiha got: “Rêberê me ku 18 meh in ti agahî jê naye girtin, her ku li ber xwe dide zextê li ser wî zêdetir dibin. Zindan li ber xwe didin. Dewleta Tirk ji bo tola xwe ji gel hilîne dapîr û bapîrên 80 salî dîl digire. Li ser hev li girtîgehan cenaze tên.
Gerîlayên azadiyê li Zap, Avaşîn û Metîne li ber xwe didin. Li hemberî çekên kimyewî, çekên taktîk nukleer fedayîtiyekî bêhempa heye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dem ew dem e ku em ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin, xwedî li gerîla derbikevin û bibin layiqî bîranînên şehîdên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ xwe feda kirine. Bi vê biryardariyê em bang li gelê xwe yên li Fransayê dikin ku bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” dakevin qadan û li dijî komployê tevlî meşa protestoyî bibin.
Cih û dema çalakiyan wiha ye:
Parîs
Dîrok: 8’ê Cotmeha 2022
Saet: 14:00
Navnîşan: Place de La République
Strasbourg
Dîrok: 8’ê Cotmeha 2022
Saet: 13:00
Navnîşan: Place de la Gare
67000 Strasbourg
Reîms
Dîrok: 8’ê Cotmeha 2022
Saet: 19:00
Navnîşan: Place D'Erlon Reims
Rennes
Dîrok: 8’ê Cotmeha 2022
Saet: 17:00
Navnîşan: Charles de Gaulles (pêşiya metro)
Marsilya
Dîrok: 8’ê Cotmeha 2022
Saet: 14:00
Navnîşan: Canabîer
Bordeaux
Dîrok: 9’ê Cotmeha 2022
Saet: 17:00
Navnîşan: Place da Bourse”