Qetilkirina Akarselê li ber avahiya NY’ê hate protestokirin

Qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li ber avahiya NY’ê hat protestokirin.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Çalakiya rûniştinê ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve dewam dike. Di çalakiya vê heftiyê de qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel hat protestokirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Nagihan Akarselê hatin hildan. Di çalakiyê de di şexsê Nagihan Akarselê de ji bo giyanê hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê rêz hate girtin.

Di çalakiyê de ewilî Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev axivî û got: "Mixabin em her roja Çarşemê ji bo azadiya Rêberê xwe, ji bo şehîdên xwe, jin û zarokên xwe yên hatine qetilkirin tên vir. Silêmanî axa me ye, lê mixabin em li ser axa xwe bi 11 guleyan têne qetilkirin. Ma em ê serî bitewînin? Na, ew çiqas dixwazin me biqedînin, em ê qet neqedin, berovajî wê em ê zêde bibin. Hûn dizanin çima jinan dikujin? Ji ber ku jin jiyan û azadî ye. Jin tu carî dest ji berxwedanê bernadin. Difikirin ku hevrêya me Nagihan qetil kirin, lê îro bi hezaran Nagihan li ser şopa wî li ber xwe didin û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî‘ diqîrin.“

Piştî axaftina Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev, girseya gel demek dirêş dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ berz kirin. Piştre daxuyaniya bi zimanê Fransî hate xwendin û çalakgeran dest bi çalakiya rûniştinê kir.