Çalakiya piştevaniya ji bo Pîroglû mezin dibe
Çalakiya piştevaniyê ya ji bo Ecevît Pîroglû yê li Sirbistanê girtî û di greva birçîbûnê de, berdewam dike.
Çalakiya piştevaniyê ya ji bo Ecevît Pîroglû yê li Sirbistanê girtî û di greva birçîbûnê de, berdewam dike.
Şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû ku ev salek e li Sirbîstanê girtî ye û xetereya radestkirina Tirkiyeyê heye, ji bo protestokirina van pêkanînên dewleta Sirbîstanê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ya Pîroglu îro di roja 125’an de berdewam dike. Şandeya dadgehê bi rûniştina hefteya çûyî hat kirin û bi şûn de rûniştin bi dawî kir. Bi vê biryarê rîska dayîna destê Tirkiyeyê ya Ecevît Pîroglû zêde bû. Rewşa tenduristiyê ya Pîroglû ji ber greva birçîbûnê ya 125 roj in berdewam e, ber bi xerabiyê ve diçe.
ENDAMÊ KOMÎTEYÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR
Mehmet Yozcû yê endamek ji endamên Komîteya Piştevaniyê ji bo Ecevît Pîroglû ragihand ku wî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat diyarkirin ku wê çalakî bê dem û dor û veger be. Endamên Komîteyê Aycan Serbes, Semra Ûzûnok, Mûstafa Bagçîçek û Cenk Axcabay jî wê bi çalakiya rûniştinê piştgiriyê bikin. Çalakgeran xwest ku daxwazên Ecevît Pîroglû yê di grevê de bicih bê anîn.
Aycan Serbes anî ziman ku faşîzma AKP-MHP‘ê ji bo girtina ser xizanî û şer, wek alavekê propagandayê israra îadekirinê ji Sirbistanê dike. Serbest got ku bila hikûmeta Sirbistanê li gor yasayan tevbigere.
‘BÊ ÎADEKIRIN BERPIRSÊ PÊKANÎNÊN XERAB HÛN IN’
Daxuyaniya ji bo çapemeniyê, bi Tirkî û Fransî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şoreşgerê Kurd ê Enternasyonalîst Ecevît Pîroglû, 15 meh in ku bi awayekê nehiqûqî ji aliyê Sirbistanê ve tê ragirtin. Ji ber daxwaza hikûmeta Erdogan, Sirbistan, ji bo Ecevît Pîroglû teslîmê Tirkiyeyê bike yasayên xwe û peymanên navneteweyî binpê dikir. Ecevît Pîroglû, nikarê pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bîne. Piştî ku hiş ji serê Pîroglû çû, 5’ê Îlonê birin nexweşxaneyê û du roj bi şûn de cardin ew şandin hicreyeke yekkesî.“
Di daxuyaniyê de ev peyam jî hatin dayîn:
“Sirbistan, cihê ku daxwaza pênaberiyê ya wî qebûl bike, ew salek di girtîgehê de hiştiye. Divê Sirbistanê, li gor yasayên xwe ew salek bi şûn de berdaya lê bernedaye. Heke îadeyê Tirkiyeyê bê kirin wê pêkanînên xerab ên bi her awayî lê bên kirin. Eger rê li ber van pêkanînan negirin, dewleta Sirbistanê û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jê berpirs in.
Ecevît Pîroglû, divê bê berdan û mafê wî yê jiyanê bê parastin.
Em bang li her kesî dikin ku ji bo azadiya Ecevît Pîroglû têbikoşin!“