Li Marsîlya sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin bibîranîn
Sara Tolhildan, Rûken Zelal ên ku li Mêrsînê çalakiya fedayî kirin û Nagihan Akarsel ya ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Marsîlya bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Sara Tolhildan, Rûken Zelal ên ku li Mêrsînê çalakiya fedayî kirin û Nagihan Akarsel ya ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Marsîlya bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Ji bo Sara Tolhildan (Dîlara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez) ên 26’ê Îlonê li Mêrsînê çalakiya fedayî li dar xistin, li bajarê Marsîlya yê Fransayê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, di saet 14.00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Di merasîmê de ji bo bîranîna şehîdan quncikek hat amadekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin daliqandin.
Merasîm di şexsê sê jinên şoreşger de, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî axaftinên li ser navê Komîteya Malbatên şehîdan hatin kirin de, sînevîzyonek derbarê jiyana şehîdan de hat temaşekirin. Di bîranînê de jinek Fransî, helbesta ku ji bo Nagihan Akarselê nivîsandî, xwend.
Zozan Serhat li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê axivî û qala xiyaneta mala Barzan û pêvajoya siyasî kir. Zozan got ku divê her kes di vê pêvajoyê de, çi ji destê tê bike, çareseriyek cuda nîne.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.