Komploya 9’ê Cotmehê li Ewropayê hat protestokirin

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li bajarên welatên Ewropayê hat protestokirin.

Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên welatên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hate protestokirin.

LONDON

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, bi boneya salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir, li Dalstonê çalakiyeke girseyî û meş hat lidarxistin.

Çalakî, li ber avahiya Mala Gel a Dalsonê dest pê kir û di şexsê Nagihan Akarsel de ji bo bibîranîna hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankart û dowîzên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimire komploya navneteweyî”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bimire xiyanet”, “Dewleta Tirk a kujer” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd Turkan Bûdak û Baran Pazarcik, li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyan Elîf Sarican û li ser navê KCDK-E Başûr jî Şivan Heval yek bi yek axivîn.

Di axaftinan de îşaret bi wê yekê hat kirin ku 9’ê Cotmehê ji aliyê gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn ve weke “roja reş” tê binavkirin û wiha hate gotin: “Di şexsê Rêber Apo de, xwestin ku gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, di nava tariyê de bihêlin. Lê Rêber Apo, 24 sal in di hucreya yekkesî de, hem komplo û komploger û hem jî hemû hişmeniyên paşverû têk birin. Kesên gotin qey wê bi dîlgirtina Rêber Apo, gelan dîl bigirin, xwe xapandin û têk çûn. Îro paradîgmaya Rêber Apo ya azadiya zayendî, li hemû Rojhilata Navîn belav bû û bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ veguheriye raperîna azadiyê ya gelan. Em ê bi vê raperîna azadiyê ya gelan, tecrîdê bişikînin û Rêber Apo azad bikin.”

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ya Abdullah Ocalan, ne tenê dirûşmeyek e û wiha hate gotin: “Berzkirina dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, tê wateya wekhevî û azadiyê. ‘Bijî Serok Apo’ tê wateya dijberiya hemû pergalên hov ên paşverû yên li dijî şoreşa azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk.”

Hate gotin ku wê li dijî xeta xiyanetkar a hevkaran, têkoşîn bê geşkirin û rejîma dewleta Tirk a faşîst, wê li dijî têkoşîna Nagihan Akarselê têk biçe.

Piştre girse, ji Mala Gel heta ber Îstasyona Stoke Newîngtonê meşiya. Di meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin û dirûşmeyên “Ocalan” hatin berzkirin.

Faşîstek ê Tirk li dijî korteja meşê, ket hewila provokasyonan, lê ciwanan bi tundî bertek nîşan da. Li ser vê yekê, di nava polîs û girseyê de peçvûn çêbûn. Piştre girseyê, bi berzkirina dirûşmeyên “Faşîst li kû ne, Apohez li her derê ne”, “Bimire dewleta Tirk” û “Azadî azadî Kurdistan“  cardin dest bi meşê kirin.

Çalakî, bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

BORDEAÛX

Kurdên li bajarên Bordeaûx û Toûloûseyê yên Fransayê dijîn, ji bo protestkirina 9’ê Cotmehê li Bordeaûxê hatin ba hev.

Bi tevlêbûna Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal, têkildarê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hat lidarxistin.

HELSÎNKÎ

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi daxuyaniyekê hate protestokirin.