Dayika Şehîd Hacer, Gewrê Yaşit koça dawî kir
Ji Êzidiyên herêma xalta, Gewrê Yaşit li Elmanyayê çû ser dilovaniya xwedê. Gewrê Yaşit ku dayika Şehîd Hacer bû, bi welatparêziya xwe li nava civaka xwe yeka naskirî bû.
Ji Êzidiyên herêma xalta, Gewrê Yaşit li Elmanyayê çû ser dilovaniya xwedê. Gewrê Yaşit ku dayika Şehîd Hacer bû, bi welatparêziya xwe li nava civaka xwe yeka naskirî bû.
Gewrê Yaşit li Elmanyayê çû ser dilovaniya xwedê. Cenazeyê Gewrê Yaşit, ku bi welatparêziya xwe dihate naskirin, li ser daxwaza wê, wê li gundê hemdûna bê veşartin. Serdanên sersaxiyê jî, li mala Êzidiyan a bajarê Celle tên qebûlkirin.
Navenda Yekîtiya Komelên êzidiyan NAV-YEK'ê jî, ji bo koça dawî ya Gewrê Yaşit, peyama sersaxiyê da û ew bi bîr anî.
Gewrê Yaşit, sala 1930'î li gundê Bazbûtê yê navçeya Bişêriyê yê Batmanê hatibû dinê.
Piştî gundên Duşayê û xanikê, derbasî gundê Hemdûna bûbûn.
Sala 1987'an jî weke bi deh hezaran Êzidiyên Bakurê Kurdistanê, ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, tevî malbata xwe koçberî Elmanyayê dibin û li bajarê Lehrteyê dimînin.
Gewrê Yaşit, heman demê dayika gerîlaya PKK'ê Behiye Yaşit bi nasnav Hacer bû, ku 4'ê Kanûna 1989'an, li Cizîra Botan şehîd bûbû.