CDK-S û YJK-S: Em ê 10’ê li Strasboûrgê bin
CDK-S û YJK-S‘yê bi armanca xwestina mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin tecrîda giran de ye, banga tevlêbûna çalakiya rûniştinê ku wê li Strasboûrgê bê lidarxistin, kir.
CDK-S û YJK-S‘yê bi armanca xwestina mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin tecrîda giran de ye, banga tevlêbûna çalakiya rûniştinê ku wê li Strasboûrgê bê lidarxistin, kir.
Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), banga tevlêbûna çalakiya rûniştinê ya ji bo xwestina “mafê hêviyê“ yê ku wê di navbera 10-13’ê Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin kir.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokên CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş û Selma Surer ve hat dayîn, wiha ye:
“Bi ketina sala 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li Rêbertiya me hat kirin re, xwestin ku bi komployê Rêbertiya me û di şexsê wî de gelê Kurd û yên cîhanê bênefes û têkoşîn bihêlin.
Di serî de gelê Kurd, hemû kedkar û bindestên cîhanê ev pêvajo qebûl nekir û wê nekin. Ev komplo bi qismî hatibe pûçkirin jî em azadiya Rêbertiya xwe dikin esas û li berxwedana xwe dewam dikin. Di rûniştinên ku wê 10’ê Cotmehê li Konseya Ewropayê bên kirin de, ji bo ragihandina daxwaza mafê hêviyê yê Rêbertiya xwe, em ê dest bi çalakiya rûniştinê bikin. Mafê hêviyê ku di hiqûqa cîhanê de cihê xwe heye, ji bo ku di şexsê Rêbertiya me ji bo hemû girtiyan pêk bê em ê bang bikin. Di vê çarçoveyê de, di serî de Kurdistaniyan li Swîsreyê dijîn em hemû dostên xwe vedixwînin ku tev li çalakiya me ya em e 10’ê Cotmehê li Strasboûrgê li dar bixin, bibin. Bi vê çalakiya ku em ê li dar bixin, ji bo em bibin deng ji dengê Rêbertiya xwe û li dijî komploya navneteweyî huqûqa navnetweyî bi cih bê anîn em ê bang bikin.“