Li Parîsê meşa li dijî Komploya Navneteweyî

Kurdistanî li dijî Komploya Navneteweyî li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê meşiyan.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan li banliyoya Evry a Parîsê hat protestokirin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdîstan-Fransa (TJK-F) û Tevgera Ciwanên Şoreşger, li pêşiya Komeleya Grîngny dest pê kir heta Gara Grignî meşiyan û ji vir jî  heta xaçrêya riya mezin dewam kir.

Girseya qerebalix ku tevlî meşê bûn tim û tim dirûşmeyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin. Her wiha faşîzma dewleta Tirk û hêzên komploger hatin protestokirin.

Di dawiya meşê de axaftinên bi zimanê Fransî û Kurdî hatin kirin û peyama mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê hate dayîn.