Qetilkirina Akarselê li Arnhemê hat protestokirin

Bi armanca protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya jineolojiyê Nagihan Akarselê li Arnhemê çalakî hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Arnhem ê Hollandayê dimînin, ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgozê hatin ba hev. Girseya çalakger, pankartê li ser “Na ji qirkirina jinan re“ nivîsandî hilda û dirûşmên “Na ji qetilkirina jinan re“, “Dewleta Tirk a kujer, PDK’ya hevkar“ berz kirin.

Bi danezana bi Flamanî di çalakiyê de hat xwendin, îşaret bi giringiya jiyîna li gor felfeseya “Jin jiyan azadî“ yê heta bi dawiyê hat kirin.  

Çalakî, bi banga ji bo tevlêbûna çalakî û bernameyên wê ji ber salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku 8’ê Cotmehê li dar bikevin, bi dawî bû.