Li Parîsa bernameya bibîranîna şehîdan - HATE NÛKIRIN

Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal ên li Mêrsînê çalakiya fedaiyane kirin, Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Demhat Herekol ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Parîsa paytexta Fransayê hatin bibîranîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Drancy ya girêdayê Parîsa paytexta Fransayê, bi pêşengiya Meclisa Jinan a Zîn, Şehîd Sara Tolhildan (Dîlara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisen) ên li Mêrsînê çalakiya fedaiyane li dar xistin, Edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Demhat Herekol (Mehmet Halît Taş) li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû meresima bibîranînê hat lidarxistin.

Bername bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di bernameyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) axaftin hatin kirin. Bername bi temaşekirina li sînevîzyonê û tevlêbûna malbatên şehîdan dewam kir.

Serhad Garzan ê li ser nave DKTM’ê axivî, got ku şert çi dibin bila bibin ew ê xwedî li mîrateya şehîdan derbikevin û wiha pê de çû: “Gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker li Avaşîn, Zap, Metîna û Gareyê bi berxwedaneke dîrokî li ber xwe dide û wê têk dibe, vî ruhê moral û berxwedanê ji şehîdan digire. Şehîdên me, nîşan da ku mirov li dijî xiyanetê, aqlê dewletê, êrîşên dewletê û dagirkeriyê çawa radiweste. Cotmeha ji bo dîroka Kurdistanê ji her aliyî ve meheke giring e. Bi komployê xwestin ku Kurdan di tariyê de bihêlin, lê gerîla komplo pûç kir. Hemû şehîdên meha Cotmehê bi rêzdarî bi bîr tînim, em soza girêdayîbûna bi bibîranînên wan ve dubare dikin.“

Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî wiha got: “Cotmeh, ji ber hem ku destpêka komployê ye hem jî meha çalakiyên wisa ye ku pê bîr û boçûn dîrokê hat guhertin, çalakiyên fedaiyane çêbûne ji bo meheke gelek giring û giran e. Lê ne hêzên komploger ne karî gelê Kurd dîl bigire ne jî Rêbertî radest bû. Di pêvajoyeke wiha ku dagirkerî, qirkirin û sûcên şer hatine kirin de gerîla dîsa li pêşengî û parastina vî gelî dewam kiriye. Hevreyên me Sara û Rûken mînakên vê yekê ne. Heval Nagihan, Zîlan, Berîtan û Sarayan, dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku li çar aliyên cîhanê tê berzkirin afirandiye. Em jî li vir soza xwe dubare dikin; em ê li bibîranînên wan bibin xwedî û têkoşîna wan geş bikin.“

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ bi dawî bû.

MANTES LA JOLÎE

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a banliyoya Mantes-la-Jolîe ya girêdayê Parîsa paytexta Fransayê, ji bo Sara Tolhildan (Dîlara Urper), Rûken Zelal (Emel Feremez Hisen) ku li Mêrsînê çalakiya fedaiyane li dar xistin û Edîtora Jineolojiyê, Akademîsyen Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, merasîma bibîranînê hat danîn. Gelek kes tev li meresimê bûn. Ji bo şehîdan, quncikekê bibiranînê hat çêkirin. Ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê, bi deqeyekê rêz hat girtin. Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Komîsyona Malbatên Şehîdan, di merasîmê de axivîn.

Di axaftinan de behsa şehîdên Cotmehê hat kirin. Soza tacîdarkirina bi serkeftinê ya mîrateya şehîdan hat dayîn. Bê navber dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.

Bibîranîn, bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdan qediya.

VÎLLÎERS LE BEL

Merasîma bibîranînê, li mala Çandê ya Kurd a Le Bel a Vîllîersê bi pêşengiya TJK-F’yê hat danîn. Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û cîhanê dest pê kir û bi daxuyaniya Leyla Şoreşger a li ser navê TJK-F’yê dewam kir.

Şoreşgerê, bi şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dest bi axavtinê kir û wiha got: “Bandora komploya 9’ê Cotmeha sala 1998’an dest pê kir li Kurdistan û cîhanê tevî tê hîskirin û bi hemû bêrehmiya xwe berdewam e. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin hemû şoreşgerên cîhanê bitepisînin û tecrîd bikin. Em heta ku Rêbertiya xwe bi fizîkî azad bikin em soz didin ku em ê bidin ser şopa Rêbertiya xwe û şehîdên xwe.

Xeta me ya têkoşînê, Sara, Rûken û Koçero ye. Dewleta Tirk ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dixitime, serî li rêbazên dermirovî dide û her ku bi bin dikeve berê xwe dide mirovên sivîl, akademîsyen û gelê me.

Ev têkoşîna Şehîd Sara û Rûken dewirê me kir, bi hemû barê xwe li ser milên me ye rê nîşanê me dide. Tevî rêbazên ku dewleta Tirk a dagirker û di hemû serdemên rêveberiya awarte de jî pêk neanîne, bi serkeftineke mezin ketin heta bi nava dilê dijmin û wek parêzkarên xeta azadiya jinê ya bêzar, ev çalakî li dar xistin. Bi vê çalakiyê, cardin derket holê ku tu rastiya gotinên dijmin nîn e û hêza jinên azad derdixe holê. Mafê tu kesê yê rexnekirin û şermezarkirina vê çalakiyê nîn e. Ya esas, parastina vê xet û bûyîna peyrewên vê xetê ye.“ 

Şoreşger, bi bîr xist ku Koçero yê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi awayekî bê hempa têkoşiya û bûye sembol jî ji aliyê dewleta Tirk ve bi nemerdî hatiye qetilkirin û wiha bertek nîşan da: “Ev êrîş nîşaneya hevkariya DAÎŞ-AKP-MHP’ê ye.“

Leyla Şoreşger îşaret bi wê yekê kir ku bi qetilkirina Nagihan Akarselê, têkoşîna cîhanî ya azadiya jinan hedef hatiye girtin û got ku ew ê li têkoşîna Nagihanê dewam bikin.

Piştî axaftina Şoreşgerê, guhdariya nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ên têkildarê pêvajoyê hat kirin. Piştre sînevîzyona li ser jînenîgariya şehîdan hat nîşandan.

Merasîm, bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî“, “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ bi dawî bû.