Li Parîsê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê dijîn, li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin û ji bo meşa li qada Repûblîqûeyê bê lidarxistin jî banga tevlêbûnê kirin.

Li bajarên welatên Ewropayê, bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kiribû, wê ji sibê û pê de çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê dijîn ji niha de daketin qadan û dest bi çalakiyan kirin.

Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Meclîsa Gel a Vîllîers-Le-Bel bi sedan Kurdistanî û dostên wan, li ber îstasyona banliyoyê hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ye Serok”, heta Mala Çanda Kurd a Vîllîers Le Belê meşiyan.

Piştî meşê Xezal Sorê li ser navê çalakgeran daxuyanî da û wiha got: “Kompoloya ku berê 24 salan li dijî Rêbertiya me hat kirin, îro bi qetlîaman dewam dike. Encam çi dibe bila bibe em ê li ser şopa Rêbertî bimeşin, têkoşîna wî geş bikin û heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe, em ê li her qada ku lê ne têkoşînê geş bikin.”

Daxuyanî bi banga tevlêbûna ji bo meşa navendî ya ku wê sibe di saet 14.00’an de li qada Repûblîqûeyê bê lidarxistin, bi dawî bû.