Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Kurdistaniyan û hêzên enternasyonalîst bertek nîşanî Komploya Navneteweyî dan. Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê hat girtin, girse di saet 16.30’an de ji Chrîstîan-Broda-Platzê heta Mûseûmsqûartîerê meşiya. Girseyê tevî hewldanên provokasyonên faşîst jî meşa xwe domandin û belavokên ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin.
OSLO
Kurdistaniyên li paytexta Norveç Osloyê dijîn, Kompoloya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mîtîngekê protesto kirin. Mîtîng ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve hat organîzekirin û piştî deqeyek rêzgirtinê, aktîvîsta jin a Defend Kurdistanê Lîda Weertsê axaftinek kir. Lîda Weerts anî ziman ku hêzên kapîtalîst Komploya 9’ê Cotmehê di şexsê Abdullah Ocalan de, li dijî hemû Rojhilata Navîn hatiye kirin û destnîşan kir ku gelê Kurd, dostên wan û jinan komplo pûç kirine.
Endam Aso NCDK-OSLO’yî jî bal kişand ku hêzên emperyalîst-kapîtalîst ên ku komplo pêk anîn, li dijî felsefeya aştiyane û azadiyê ya Ocalan bûne yek û bi binpêkirina qanûnan xwestin Rêberê gelekî bêdeng bikin.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
ROMA
Li paytexta Îtalyayê Romayê, ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê panelek hat lidarxistin. Ûîkî (Ûffîcîo Înformazîone Kurdistan Îtalîa), Rete Kurdistan, Îl tempo ê arrîvata Lîberta Per Ocalan (Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Dem Hatiye) karîkaturîst Zerocalvare, Parêzer Sîmonetta Crîscî, Rojnamevan Chîara Crûcîatî, şervana YPJ’ê ya berê Eddî Marûccî, Edîtor Roberto Mapellî, Derhêner Manolo û Lêkolîner-Rojnamevan Enrîco Laforgîa tevlî panelê bûn.
Organîzana ku li Navenda Çanda Kurd a Araratê hat kirin, bi şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan hatî kirin, destpê kir. Di axaftinên di panelê de hatin kirin de hat diyarkirin ku 9’ê Cotmehê rojek reş e ku derbazî dîroka mirovahiyê bûye. Di panelê de hat destnîşankirin ku divê demildest tecrîd bê rakirin Karîkaturîst Zerocalcare pirtûka xwe ya nû ya Dema Hêviyê nasand.
Atktîvîstên ku di panelê de mafê axaftinê girtin, bi rêzê ve wiha gotin:
Edîtor Roberto Mapellî: 9’ê Cotmehê rojek reş e ku derbazî dîroka mirovahiyê bûye. Em van kesên ku ev komplo pêk anîn, şermezar dikin. Me gelek pirtûkên Ocalan vegerandine Îtalî. Nayê qebûlkirin ku mirovek ev qas girîng ku tevkariyê li aştiya cîhanî bike, ev 22 salan li girtîgehê be. Ji bo ev rewş bi dawî bibe û azadiya Ocalan bê pêkanîn, erkên me hemûyên ên li ser milê me hene.
Karîkaturîst Zerocalcare: Nêzîkatiya a bi gelê Kurd re, bi hatina Ocalan a sala 1999’an a Îtalyayê destpê kir. Min di karîkaturên xêz kir û nivîsandinan hewl da ku doza gelê Kurd a rewa nîşa bidim. Îro li vir ez pê serbilindim ku pirtûka xwe ya nû ji gelê Kurd û dostên wan re bidim nasandin. Ji bo PKK ji lîsteyê terorê bêderxistin, divê tişta dikeve ser milê me em pêk bînin. Dema hatiye ku Ocalan bigihîje azadiya xwe. Divê em xwedî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd derbikevin, bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de bin.
Şervana YPJ’ê ya berê Eddî Marûccî: Tevlîbûna min a ji Şoreşa Rojava re, bû xala vegerê ya jiyana min. Ez pê serbilindim ku tevlî tevgera jinan a li Rojava bûm. Tecrûbeya li wir wê bibe ronahiya jiyana min. Ez bang li we dikim ku tevgera Kurdan nas bikin û xwedî li doza tevgera azadiyê ya jinan derbikevin.
Parêzer Sîmonetta Carîscî: Dema ku Komploya 9’ê Cotmehê beriya 22 salan li Îtalyayê pêk hat, ez bi wan Kurdên ku ji her aliyê cîhanê hatin qada Cîeloyê re bûm. Dewletên ku di komployê de cih girtine, divê efûyê ji gelê Kurd bixwazin. Weke Komîteya Ji bo Ocalan Azadî, wê heta mîsogerkirina azadiya Ocalan têkoşîna me bidome.
Parêzer Artûro Salernî: Dema ku Ocalan di sala 1999’an de hat li vir û daxwaza îltîcayê kir, me parêzeran ev pêvajo ji nêz ve şopand. Me daxwaza bicihbûna siyasî ya Ocalan ji dadgeha qanûnên bingehîn kir û daxwaza me hat qebûlkirin. Ji bo ku Ocalan bigihîje azadiya xwe, wê têkoşîna me ya heyî bidome.
Rojnameva Chîara: Ji bo ku em li Rojava şoreşê di cihê wê de bibînin, em ji vir ketin rê û çûn Iraqê, lê em li Şengalê taqilî man. Me xebata xwe li Şengalê li gel civaka Êzidî domand. Em pirtûkekê di derbarê êşên gelên Êzidî yên rastî êrîşên DAÎŞ’ê hatin, dinivisînin.
Panel bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.