Li Helsînkiyê çalakiya ji bo piştevaniya serhildêrên Rojhilatî û Îranî

Li Helsînkiyê ji bo piştevaniya sêrhildêrên Rojhilatî û Îranî li ber Wezareta Derve ya Fînlandiyayê çalakiyek hat lidarxistin.

Li Helsînkî ya paytexta Fînlandiyayê, ji bo piştevaniya mafên jinan û serhildana gelên Îranê li dijî rejîma paşverû ya Îranê, ji aliyê Kurd û dostên wan ên li Fînlandiyayê ve, li ber Wezareta Derve ya Fînlandiyayê çalakiyek hat lidarxistin. Emnesty Internasionalê banga tevlêbûna çalakiyê kir. Rêxistinên cur bi cur yên Kurd, Îranî û Fînî tev li çalakiyê bûn. PJAK û KJAR jî bi al û pankartên xwe tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de daxuyanî hatin dayîn û dirûşmên li dijî dewleta paşverû ya Îranê û piştevaniya ji bo serhildêran hatin berzkirin.