Bi hezaran kes li Ewropayê: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Bi hezaran kes bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî gelê Kurd destpê kir, li gelek navendên Ewropayê daketin qadan û gotin: “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”

Komploya Navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd despê kirî, weke her sal di roja îro de jî ku dikeve sala 24’emîn de, tê protestokirin. Di çalakiyên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa hat lidarxistin de, bal hat kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “Demildest ji bo Abdullah Ocalan azadî.”

KOPENHAG

Kurdistaniyên ku li Kopenhagê dijîn, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşek a ji qada Îsraîl heta Parlamentoya Danîmarkayê protesto kirin.

Li ber Parlamentoya Danîmarkayê piştî deqeyek rêzgirtinê, daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên hiqûqî yên navneteweyî hat kirin ku li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker rabin.

Di axaftinên hatin kirin de hat gotin: “Heta Serok Apo azad nebe, gelê Kurd azad nabe.”

Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Apo gel e, gel vir e” û “Demildest ji bo Abdullah Ocalan azadî” hatin berzkirin.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

BERN

Li paytexta Swîsre Bernê di axaftinên di çalakiya protestoyî ya li dijî Komploya 9’ê Cotmehê hatin kirin de, bal hat kişandina ser şert û mercên tecrîdê.

Çalakî li ber avahiya Parlamentoya Swîsreyê hat lidarxistin û di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Kurdistanî ji gelek cihên Swîsreyê tevlî çalakiyê bûn û şoreşgerên enternasyonalîst ên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakgeran bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Piştî ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin, li ser navê Komîteya Çalakiyê Munîr Ay axivî û anî ziman ku Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo vale derxist. Ay bal kişand ser êrîşên dawî yên li dijî gelê Kurd hatîn kirin û diyar kir ku ev jî dewama komployê ne. Ay destnîşan kir ku gerîlayên Kurd di şert û mercên zehmet de gel diparêzin û got ku divê hemû kes bibe hevkarê vê berxwedanê.

Li ser navê CDK-S’ê jî Îsmaîl Kardaş di destpêka axaftina xwe de gerîlayên ku di çalakiyê fedayî de ber bi bêdawitiyê ve meşiyan û lehengên ku li dijî Komploya 9’ê Cotmehê bedena xwe kirin sîper bi bîr anî.

Kardaş îşaret bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Tecîd û çar dîwaran nekarin li pêşiya Rêbertî bibin asteng.”

Piştî axaftina Kardaş metna çapemeniyê ya bi Elmanî hatî amadekirin, hate xwendin. Çalakî bi axaftinên hatin kirin bi dawî bû.

PARÎS

Îro li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya TJK-F’ê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Girseya ku li qada Repûblîqûeyê hat ba hev, pankartên li ser hatibû nivîsîn, “Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Kurdistaniyên ku ber bi qada Stalîngradê ve dest bi meşê kirin, dirûşmeyên bi Fransî yên “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” berz kirin û Komploya Navneteweyî şermezar kirin. Kurdistaniyên ku gihiştin qada stalîngradê li vir ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê, di daxuyaniyên li ser navê TJK-F’ê hatin xwendin de, qala êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, tecrîda ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelên Kurdistanê tê kirin û berxwedana gerîla ya bêhempa hat kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bimire dewleta Tirk a faşîst” û “Jin jiyan azadî hatin berzkirin û TJK-F’ê belavoka têkildarî mijarê di mîtîngê de belav kir. Her wiha ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, îmze hatin berhevkirin.

Di çalakiyê de Hevserokên CDK-F’ê Xanê Akdogan û Abdullah Ulmez yek bi yek daxuyanî dan û gotin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe, wê li qadan bin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê bi hezaran kes hatin ba hev û bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê, bi meş û mîtîngê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku ji Dragûîgnan, Montpellîer, Marîgnaneê hatin, saet di 14.00’an de li qada Canabîere a Marsîlyayê ber bi qada Vîeûx Portê ve meşiyan.

Gava meşê, pankartekê mezin ê bi Fransî li ser “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me ye” nivîsandî û aleke mezin a PKK’ê hat hildan.

Girseyê, qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir, dirûşmeyên ‘’Bimire xiyanet û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ berz kirin û berxwedana gerîlayan silav kir.

Çalakî, bi mîtîngê dewam kir. Ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê û ji bo bîranîna her du şehîdên çalakiya fedaiyane ya li Mêrsînê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin. Zozan Serhat ku li ser navê TJK-F’yê axivî, got: “Azadiya Rêber Apo, destpêkê azadiya jinan e.’’

AMSTERDAM

Ji ber salvegera komploya navneteweyî li bajarê Amsterdam ê Hollandayê meş hat kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan, daketin qadan. Di meşê de peyama Tevgera Jinan a ji bo şermezarkirina komployê hat xwendin.

Di meşê de Dirûşmeyên “Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Derya Dersîm a li ser navê Hevserokatiya DEM-NED’ê axivî, komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kir û bal kişand ser rolê hêzên navneteweyî yê di komployê de. Li ser navê Înîsiyatîfa Rêbertiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Ciwanmêr Rojhilatî jî axaftinek kir. Gava meşê belavokên bi Îngilizî û Flamanî hatin belavkirin.

RENNES

Salvegera 24’emîn a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê û li bajarên derdorê dimînin û dostên Kurdistaniyan ve hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ku saet di 18.00’an de li qada Charles de Gaûlles hatin ba hev, piştî deqeyek rêzgirtinê, bi dirûşmeyan Komploya Navneteweyî şermezar kirin û dest bi meşê kirin. Dostên Kurdan jî bi reng û dengê xwe tevlî meşê bûn. Belavokên bi Fransî yên li ser komploya navneteweyî hatin belavkirin.

Kurdistanî û dostên wan ku tevlî çalakiya protestoyî bûn, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimire Komploya Navneteweyî” berz kirin û li qada Charles de Gaûlles dest bi mîtîngê kirin.

Di axaftinên li qada mîtîngê hatin kirin de Komploya Navneteweyî ya bi îmhakirina Rêber Apo, qirkirina Kurdan hat armanckirin, hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Bi sekin û derketina xwedî li gelê Kurd a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komploya Navneteweyî, hat pûçkirin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi pêkanîna tecrîda giran li ser Rêbertiya Gelê Kurd û bi bikaranîna çekên kîmyewî rêgezên şer ên navneteweyî binpê dike, bi polîtîkayên qirkirina siyasî, destkeftiyên Kurdan ku bi berdêlên giran bi dest xistine, dike hedef. Heta tecrîd ji ser Rêberê Gelê Kurd ranebe û bi fizîkî azad nebe, em ê li qadan bin.”

Di axaftinên li ser navê dostên Kurdan hatin kirin de jî hat destnîşankirin ku ew piştevanên Kurdan e û peyamên piştevaniya bi gelê Kurd re hatin dayîn.

Çalakiya protestoyî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.