Li Hanaûyê bernameya bibîranîna şehîdan

Birayê Şehîd Adar Amed, Şerîf Ay di bîranîna şehîdan de axivî û got: “Xeyalên şehîdên me, mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya Kurdistanê bû.”

Li Navenda Civaka Demokratîk a Hanaûyê, di şexsê şehîdên meha Cotmehê de, Adar Amed (Hatîce Ay), Dîren Wan (Aliye Kiye), Dîcle Sêrt (Hacer Sûcîn) ên 20’ê Îlonê li Amedê şehîd bûn, Rûken Zelal û Sara Goyî yên ku 30’ê Îlonê li Mêrsînê bi awayekê fedaiyane şehîd bûn û Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel a ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, hatin bîranîn.

Merasîma bibîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” dest pê kir û Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut, Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got: “Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser esasê jinan li hemû cîhanê belav dibe. Bi qasê ku têkoşîna gelê Kurd gerdûnî dibe, ji bo hemû gelan dibe cihê hêviyê. Sedema êrîşên navneteweyî yên li dijî Kurdan û dewamkirina komployê ev e.”

Zumrut diyar kir ku li Îmraliyê tecrîd girantir dibe û li qadên gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn û wiha got: “Bi qasê ku berxwedana jinên Kurd geş dibe, êrîşên pergala desthilatdariyê jî zêde dibin. Lewma Nagihan Akarsel hedef hat girtin. Ji ber ku hêzên bi dewleta Tirk re komplo kirin, ji têkoşîna jinên Kurd ditirsin. Ji ‘Jiyan jiyan azadî’ ditirsin. Nagihan Akarsel, bi destê hikûmeta Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Hewil didin ku bi destê hevkaran tolê ji Tevgera Jinên Kurd bistînin. Lê bê feyde ye. Nagihan Akarsel hêvî û berxwedana hemû jinan e.”

Zumrut, şoreşgerên jin ên li Amedê şehîd bûn bi bîr anîn û got: “Eger me berxwedan hinek din geş bikira, me ev qas şehîd nedidan.”

Birayê Adar Amed (Hatîce Ay), Şerîf Ay jî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîd bi bîr anîn û got: “Serê Rêbertiya me, hevrêyên me û gelê me sax be.”

Şerîf Ay, qala jiyana xwişka xwe Adar Amed kir û got: “Dema ku bavê me ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, Xecê (Adar Amed) 2 salî bû. Lê di wan deman de wate nedida. Lewma Xecê di temenê xwe yê zarokatiyê de, her tim bi coş bû û her kesê jê hez dikir. Endama herî biçûk a malbata me bû; Me jê re digot ‘Delalê’. Qasî ku mezin bû, coşa wê veguherî hêrsê. Di du saliya xwe de dijmin nas kir, bêyî navber zext li ser malbatê hebû.”

Şerîf Ay di dewama axaftina xwe de wiha got: “Xwendevaneke serkeftî bû, di dema dibistana amadehiyê de êdî terora dewletê bi zelalî didît, dest bi xebatên ciwanan kir. Di sala 2004’an de birayê min ê mezin destgîr kirin. Ew kurê bavê xwe bû. Ji temenê wî zêdetir, ceza lê birîn; 18 sal. Piştî biryara girtîgehê ya birayê min hat dayîn, Adarê biryar da ku tev li nava refên gerîla bibe. Ew ji bo ji van nêzîkatiyên dijmin re bibe bersiv, çû tev li gerîlayan bû. Bi biryar bû. Em bi şehadeta wê serbilind in. Dijmin ketiye hewila tirsandina me lê dayika min jî natirse, malbatên me yên şehîdan ên din jî. Xeyalên şehîdên me, mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya Kurdistanê ye. Em jî wê heta pêkanîna xeyalên wan, li têkoşînê dewam bikin.”

Merasîma ku xizmên Dîren Wan (Aliye Kiye) û Nagihan Akarselê jî lê bûn, piştî temaşekirina li sînevîzyonê bi dawî bû.