Komploya 9’Cotmehê li Ermenistanê hat protestokirin
Salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Erîvana paytexta Ermenistanê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.
Salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Erîvana paytexta Ermenistanê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.
Saziyên Kurd ên li Ermenistanê îro di seat 14:00’an de li mala gel kom bûn û bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kirin. Endama saziya jinê Jîneka Qadir, Parlamentera Kurd Kinyaz Hasenov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan, Şêx Tahir û dayika Çîlê têkildarê komploya navneteweyî axivîn.
Di axaftinên hatin kirin de Komploya Navneteweyî hat şermzerakirin û hat diyarkirin ku bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah xwestine gelê Kurd û tevgera azadiyê tune bikin.
Hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 24 sal in li dijî komplogeran bi awayekê bêhempa li ber xwe dide û komplo pûç kiriye û wiha hate gotin: “Armanca van hêzan ew bû ku Rêber Apo bigirin, da ku pirsgirêka Kurd ji holê rabe. Lê planên wan pûç bûn. Ji ber ku îro bi milyonan mirov, gelê Kurd û gelên azadîxwaz xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin û rizgariya xwe xwe di vê fikir û felsefeyê de dibînin. Dewleta Tirk a faşîst bi salan e tecrîdeke dermirovî li ser Rêberê me dimeşîne û bi vê dixwazin gelê Kurd fêrî jiyaneke bêyî Rêber Apo bikin. Lê gelê Kurd, tu car ev qebul nekiriye û wê qebûl jî neke. Dewleta faşîst, ji her aliyî ve êrîşê Kurdên azadîxwaz dike, bi dewletan re li ser tunekirina tevgera azadiyê li hev dike û serî li hemû rêbazên derexlaqî dide.“
Her wiha di axaftinên hatin kirin de îşaret bi radestkirina dewleta Tirk a du şoreşgeran a ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve hat kirin û wiha hat gotin: “Hikûmeta Ermenistanê bila şerm bike ku du şervanên Kurd heval Elîşêr û Leheng radestî dijminê xwe kirin û divê ev hikûmet hesab bide gelê Kurd û Ermen. Em careke din kes û hêzên ku di komployê de cihê xwe girtine, şermezar û nelet dikin. Çi dibe bila bibe em ê Serokê xwe azad bikin û xebata me wê hemû li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Em, berxwedana Gerîla ya li dijî hemû êrîşên hov ên dewleta faşîst, silav dikin. Em bi berxwedana we hene.”
Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.