Bi pêşengiya KOMAW û YJK-S’ê ji bo Sara Tolhildan (Dîlara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez) ên ku 26’ê Îlonê li Mêrsînê çalakiya fedayî li dar xistin, li bajarê Bern ê Swîsreyê şîn hat danîn. Şîn, li Komeleya Çanda Kurd a Bernê hat danîn û ji gelek navendên Swîsreyê Kurdistanî, dostên wan û malbata Sara Tolhildan tev li şînê bûn.
Li salona ku şîn lê danîn de, wêneyên Sara Tolhildan, Rûken Zelal, Nagihan Akarsel û hemû gerîlayên ku di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûne, hatin daliqandin.
‘WEKE ZÎLAN Û ARÎN MÎRKAN’
Ji bo bibîranîna şehîdên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin û piştre Saadet Kûran, li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan-KOMAW’ê axivî. Saadet Kûran diyar kir ku gelê Kurd, hemû destkeftiyên xwe, deyndarê şehîdan e destnîşan kir ku wê her tim xwedî li berxwedena gerîlayên fedaî derbikevin.
Sozdar Sîdar jî li ser navê YJK-S’ê axivî û diyar kir ku Sara û Rûken ruhê pêvajoyê dihilgirin. Sîdar anî ziman ku çalakiya Mêrsînê ji dijmin re bersiv e û got: “Heval, ji bo bêdengiya heyî xira bikin û xetê bi bîr bînin, bi awayekê fedaî li ber xwe dan. Çawa ku Zîlan ji demekê re bûye bersiv, Arîn çawa bûye, Sara û Rûken jî wisan bûn bersiv.”
‘HEMÛ TIŞT BI SAYA KEDA GERÎLA YE’
Piştre Birayê Sara Tolhildan, Mehdî Urper jî li ser navê malbatan axivî û got ku têkoşîna PKK’ê û azadiya Kurdan, bi saya şehîdan dewam dike. Urper ragihand ku Kurd gelek tiştan deyndarê şehîdan in û wiha got: “Dewleta Tirk, NATO daye pişt xwe, bi her cure teknîkê êrîş dike. Lê PKK li ber xwe dide. Li hebûna xwe dewam dike. Ev gerîlayên fedakar in ku dijmin asteng kirine. Em ne tenê di qada leşkerî de, di qada siyasî de jî hemû destkeftiyên xwe deyndarê gerîla ne. Eger ku bi milyonan deng tên standin, parlamenteran dişînin meclîsê, cîhan êdî me nas dike, bi saya keda gerîla ye.”
‘TÊKOŞÎN KEVNEŞOPIYEK A MALBATÊ YE’
Urper îşaret bi wê yekê kir ku rakirina çekê û têkoşîn, keşneşopiya malbatê ye û qala pêvajoya vê kevneşopiyê kir. Urper anî ziman ku xwişka wê Sara, hîn di biçûkiya xwediyê hestyariya civakî bûye û gelek bi disîplîn û fedakar bûye.
Piştî axaftina Urper, li sînevîzyona ku ji bo bibîranîna Sara Tolhildan û Rûken Zelal hat amadekirin, hate temaşekirin. Di dema temaşekirina li sînevîzyonê de, girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.