Fed Kurd’ê banga tevlêbûna çalakiyên protestokirina komployê kir
Fed Kurd’ê, bang li gelê Kurd kir ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xelek û banga tevlêbûna çalakiyên protestokirina komployê kir.
Fed Kurd’ê, bang li gelê Kurd kir ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xelek û banga tevlêbûna çalakiyên protestokirina komployê kir.
Hevserokên Fed-Kurd’ê Niştiman Tarhan û Kerem Gok, bi daxuyaniya ku dane, ev tişt diyar kirin:
“Em dikevin sala 25’emîn a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1988’an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Ji aliyekî ve êrîşên faşîst-qirker ên li dijî Rêberê gelê Kurd berdewam in û ji aliyekî ve jî berxwedana herî bi wate li dijî van êrîşan tê kirin. Em, destpêkê hêzên navneteweyî ku cih di nav komployê de girtin şermezar dikin. Em wek Fed-Kurd, berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê vale derxist, bi berxwedana xwe ya bi 24 salan komplo pûç kir û hêzên komploger têk birin, bi rêzdarî silav dikin.
Van rojên ku salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ye, me zanî ku cezayekê dîsîplînê yê din dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Dayîna cezayekê wiha bi serdana Komîteya Girtina pêşî girtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re em wek Fed-Kurd watedar dibînin. Lewma em pêkanîna di bin navê ‘cezayê dîsîplînê’ de tecrîda di nav tecrîdê de li ser Rêberê Gelê Kurd, wek bêrêziyeke li dijî gelê Kurd dibînin û şermezar dikin.
Wek Fed-Kurd, daxwaza me ji Komîteya Girtina Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ew e ku rapora xwe ya têkildarê Serdana Îmraliyê bi gel re parve bike. Ji bo protestokirina komploya navneteweyî em gelê xwe bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin Roja tarî bikin’ hemû gelê xwe vedixwînin ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xelek û tevlî meşa ku wê 8’ê Cotmehê li Berlînê bê lidarxistin bibin.’’