Li Yewnanistanê meşa dirêj a li dijî komployê dest pê kir

Li Yewnanistanê bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj a du rojan hat destpêkirin.

Kurdistaniyên li Yewnanistanê, bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşa dirêj a du rojan organîze kirin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), bi dirûşma “Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê“ hat lidarxistin.

Meş serê sibehê saet di 09.00’an de li navçeya Maratonayê, bi tevlêbûna ciwanên ji çar aliyên Kurdistanê dest pê kir. Etaba roja peşîn a meşê wê li navçeya Pallînî ya Atînayê biqede. Ciwanan di meşê de komploker bi dirûşman protesto kirin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Di gundên korteja meşa tê re derbas bû, gel, bi çepik û nîşaneyên serkeftinê piştgiriya çalakgeran kir. Beşê duduyan ê meşê, wê li navçeya Pallînî ya Atînayê dewam bike û li qada Akademîa ya li navenda bajarê Atînayê veguhere mîtîngê.

Kurd û dostên wan, piştî mîtîngê saet di 15.00’an de wê bi girseyî bimeşin ber bi Konsolosxaneya Tirk a li Atînayê ve. Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj a Maratona-Atînayê, banga tevlêbûna meşa wê roja Duşemê li Atînayê bê kirin, li hemû Kurdistaniyên li Yewnanistanê dimînin, kir.