Di daxuyaniya bi îmzeya Hevserokên KCDK-E’yê hat weşandin de, hat diyarkirin ku bi komploya 9’ê Cotmehê, pergala tecrîda giran û êşkenceyê ya li Îmraliyê hatiye avakirin û wiha hat gotin: “Cihê tecrîda li ser Rêber Apo, di tu huqûqeke navneteweyî de nîn e. Ji ber israrkirina li ser tecrîd û êşkenceyê, şer, zext, qetlîam û pirsgirêkên aborî yekcar giran bûne.
Biryara ‘Mafê Hêviyê‘ yê Konseya Ewropayê daye, bi cih nehatiye anîn û danekirin li ser Tirkiyeya ku li gor biryarê tevnegeriyaye, nehatine sepandin. ‘Mafê Hêviyê‘ ku mafekê Rêber Ocalan e jî wek berpirsyariyek e ku divê Konseya Ewropayê û hêzên navneteweyî bi cih bînin.“
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, CPT û saziyên wek wê bi êrka xwe ranabin, rolê xwe nalizîn û ev tişt hatin gotin: “Heta pergala tecrîd û êşkenceyê ji ser Rêber Ocalan ranebe, wê rewşa bi hezaran girtiyên siyasî, maf û azadiya mirov neçareserkirî; wek xwe bimîne. Pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, wek mifteha çareseriya hemû mafên mirov û azadiyê ye.“
KCDK-E’yê, di daxuyaniyê de da xuyakirin ku heta ji têkoşîna li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê encam bê gritin, divê lê bê dewamkirin û ragihand ku wê di navbera 10-13’ê Cotmehê de li ber navenda Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê çalakiyeke rûniştinê li dar bixe.
KCDK-E’yê bang tevlêbûn û derketina xwedî li çalakiya rûniştinê ku wê her roj di navbera saet 10-14.00’an de li Avenûe De L’Eûrope a Strasboûrgê bê lidarxistin, kir.