Komploya 9’ê Cotmehê li Qibrisê hate şermezarkirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Balyozxaneya Emerîkayê ya li Qibrisê hate protestokirin.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan li ber Balyozxaneya Emerîkayê ya li Nîcoîsayê çalakiyek lidar xistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê di şexsê Halît Oral de ku ji bo şermezarkirina komployê bedena xwe da ber agir de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda “Çerxa Şoreş e” hat xwendin.

Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û pankarta li ser hatibû nivîsandin “Ji Rêber Ocalan re azadî” hat hilgirtin; gel bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re silav”, “TC.’ya faşîst” û “Bimre Emerîka û hêzên navneteweyî” hatin berzkirin.

Çalakvanan rê li ber Balyozxaneya Emerîkayê girtin û bi sedan belavokên ku têde komplo tê vegotin belav kirin. Metna çapemeniyê li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ku bi zimanê Îngîlîzî hatibû amadekirin hate xwendin.

Paşê çelengek reş li ber deriyê Balyozxaneya Emerîkayê hat danîn.

Kanalên televîzyonên neteweyî yên Qibrisê û endamên çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.