Li Stockholmê komplo bi meşek girseyî hat protestokirin
Li paytexta Swêd Stockholmê bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hat lidarxistin.
Li paytexta Swêd Stockholmê bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek pankartên bi zimanên cuda ku li ser “Azadiya Rêber Apo, azadiya min e“ nivîsandî hatin hildan.
Meşa ku bi pêşengiya NCDK-Îskandinavyayê di saet 14:00’an de li qada Norra Bantorget dest pê kir heta parka Normalmstorget dewam kir. Di çalakiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îmze jî hatin berhevkirin. Çalakgeran, bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Li parka Normalmstorgetê, meş veguherî mîtîngê.
Hevserokê NCDK-Îskandinavyayê Hemîd Amed axivî. Hemîd anî ziman ku beriya 24 salan dewletên emperyalîst, di nava vê planê de cih girtiye û got: “Di wan deman de ji bo gelê Kurd hêviya azadiyê çêbûbû û ji bo ku ji wê hêviya gelê Kurd re bibin asteng, ew plan bi girtina Rêber Apo bi encam kirin. Ez di serî de wan hêzên komploger û aliyên ku di nava wê plana qirêj de cih girtn, şermezar dikim. Îro em dikevin 25 saliya salvegera vê komployê. Heta ku Rêber Apo azad nebe, em ê her tim li qadan bin. Gelê Kurd û cîhanê, hêviya xwe û azadiya xwe di hizir û ramanên Rêber Apo de dibînin. Her kes îro li Rojhilatê Kurdistanê jî bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ daketiya qadan û doza azadiya xwe dike.”
Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.