Li Reîsmsê li dijî komployê meşek hate lidarxistin
Li Reîmsê ya Fransayê Kurdistanî û dostên wan li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan.
Li Reîmsê ya Fransayê Kurdistanî û dostên wan li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan.
Li bajarê Reîms a Fransayê bi wesîleya 9’ê Cotmehê roja destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd ya Arîn Mîrkan Reîms bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bazara Navendî ya Reîsmê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can û bi xwîn em bi te re ne ey Serok” meşiyan.
Di meşê de ya ku heta îstasyona bazara Reîmsê dom kir, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.