NRW ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya

Kurdistaniyên NRW’yî di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de daketin qadan û peyama “Em jiyanek bê Serok Apo qebûl nakin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin” dan.

Li Dusseldorfê ya ku li Elmanyayê paytexta eyaleta NRW’ê ye, Komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê protesto kir. Meş di saet 14.00’an de destpê kir. Di meşê de timî girêdana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaran re hat vegotin.

Meş ji aliyê Federasyona Med û NRW YJK-E’yê ve hat organîzekirin û Kurdistaniyên ku li bajarên cuda yên eyaletê dijîn, tevlî meşê bûn.

Di meşê de Besîme Konca li ser navê Tevgera Jinên Kurdistanê axivî. Konca di destpêka axaftina xwe de Jîna Emînî û Nagihan Akarsel bi bîr anî û got: “Ez bi ruhê Zîlan û Semayan, şehîdên Hûn nikaran Roja me Tarî bikin, bi bîr tînim. Jinên Kurd her tim li dijî tecrîdê li ser pêyan e û em ê vê hestiyarbûnê heta ku Rêber Apo azad dibe, bidomînin.

ŞAKAR: ÎMRALÎ GIRAVA TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊ YE

Endamê MAF-DAD’ê jî Mahmût Şakar axivî. Şakar got ku Îmralî pergala tecrîdê ye û girava wê ye, weke avahiyek a êşkenceyê hatiye avakirin.

Şakar anî ziman ku serdana CPT’ê ya 20-29’ê Îlonê li Îmraliyê pêk anî, fikarên me kêm nekirin û destnîşan kir ku heta parêzerên Abdullah Ocalan rasterast hevdîtinê pêk neyînin, fikarên me naqedin.

JI GELÊ DUSSELDORFÊ RE QALA ABDULLAH OCALAN HAT KIRIN

Kurdistanî li rêyên qelebalix û navendên bajarê Duseldorfê, nêzî 4 kîlometreya meşiyan. Di meşê de belavok hatin belavkirin û stranên hunermend Aram Dîkran û Comert ên di derbarê Rêberê Gelê Kurd hatin guhdarkirin. Di axaftinên bi Elmanî hatin kirin de, agahî dan raya giştî ya Dusseldorfê. Di van axaftinan da hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li girava Îmraliyê di din tecrîdek girankirî de tên ragirtin û ji Adara 2021’an ve agahî jî nayê girtin.

Her wiha hat gotin ku Abdullah Ocalan tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî, li girtîgehê paradîgmayek nû pêş xist û hat diyarkirin ku ev paradîgma li ser esasê azadiya jin û ekolojiyê ye. Nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser îdeolojiya rizgariya jinê jî bi kurtî hatin ragihandin.

HEVSEROKÊ KOMAWÊ REXNE LI CPT’YÊ KIR

Gaziyên Kurdistanê, hevserokên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şengê Kahraman û Cemîl Gultekîn, hunermend Şemdîn û alîgirek ji alîgirên tevgera azadiyê yên destpêkê, Alî Engîzek jî tevlî meşê bûn.

Hevseroka KOMAW’ê Cemîl Gultekîn, nirxandina daxuyaniya CPT’ê ji ajansa me re kir û wiha got: “Daxuyaniya CPT’ê ne bes e. Xelkê me li benda agahiyên rast e. Em mereqa rewşa tenduristiyê ya Rêbertiya xwe dikin. Sal û heft meh in me hay ji Rêbertiyê nîn e. Sax e, nexweş e? Rewşa wî çawa ye? Bêrêzî li gel tê kirin. CPT, dibe navgîna vê polîtîkaya zilmê. Li gor qanûnên ku bixwe danîne nake. Em, vê ferasetê qebûl nakin.’’

MÛSTAFA CÛDÎ: EM XWE HÎNÊ JIYANA BÊ RÊBERTÎ NAKIN

Mûstafa Cûdî yê peywirdarê korteja meşê jî bersivên pirsên me dan û wiha got: “Ketine wê hewilê ku em hînê jiyana Bê Rêbertî bibin. Lê em xwe hîn nakin. Biryardarî û girêdayîbûna me ya sala 1999’an berdewam e. Ez, ji hingê ve tevlî çalakiyan dibim. Heta azadkirina Rêbertiya xwe ez ê hestyar bim.”

Kurdistaniyan, di meşê de alên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo’’, “Bê Serok jiyan nabe’’ û “Jin, jiyan, azadî’’ berz kirin.

AHMET KOBANÊ: KOMPLOGER NEGIHÎŞTIN ARMANCA XWE

Hevserokê Federasyona Med’ê Ahmet Kobanê jî di meşê de axaftinek kir û got: “Bi komploya li Rêber Apo kirin, xwestin ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê tune bikin. Lê gelê Kurdistanê, nehişt. Têkoşîn yekcar geş bû. Dirûşmeya ‘Jin,jiyan, azadî’ ya têkoşîna me, li hemû cîhanê tê berzkirin.

HEVSEROKÊ KON-MED’Ê SEVER: QEDEXEYA LI SER PKKÊ, NÎŞANEYA BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ YE

Hevserokê Konfederasyona MED’ê Engîn Sever jî tevlî meşê bû û axaftinek kir.

Sever got: “Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi niha 24 sal derbas bûne. Komploya li ser Serok Apo hêj berdewam e. Serok Apo, li dijî pir baş li ber xwe dide.”

Sever rexne li hikûmeta Elmanyayê jî kir û wiha axivî: ‘’Hin kes dipirsin, dibêjin komplo çawa dewam dike. Bi awayekî eşkere li Elmanyayê berdewam e. Qedexeya li ser PKK’ê, perçeyekê komployê ye. Divê qedexe bê rakirin.’’

Sever, anî ziman ku sala 2023’an derfeteke baş li ber Kurdan e û got: “Îsal em têkoşîna xwe geş bikin. Di salvegera Lozanê de komployê bi bin bixin û Serok Apo û gelê xwe azad bikin û li dijî Lozanê pîrozbahiya serkeftina gelê xwe bikin.’’