Înîsiyatîfa Azadî ji bo Pîroglû wê sibê tev li çalakiya li Bernê bibe

Greva birçîbûnê ya Mehmet Tozcû ya ji bo piştevaniya bi Ecevît Pîroglû re, sê roj in berdewam e. Înîsiyatîfa Azadî ji bo Pîroglû da xuyakirin ku wê ji ber salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê sibê tev li çalakiya li Bernê bibe.

Mehmet Yozcû ji bo piştevaniya Ecevît Pîrolû yê 126 roj in ji bo daxwazên wî bi cih bên anîn li Sirbistanê di greva birçîbûnê de ye sê roj in ku di greva birçîbûnê de ye. Mehmet Yozcû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (CDK) li greva birçîbûnê dewam dike. Înîsiyatîfê da zanîn ku wê ji bo berdana hemû girtiyên siyasî li Bernê çalakiyê li dar bixe.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şoreşgerê Tirkiyeyî Ecevît Pîroglû sal û sê meh in li Sirbistanê ye û behsa radestkirina Tirkiyeyê ya wî dibe. 126 roj li greva birçîbûnê dewam dike. Em wek sosyalîst, demokrat û welatparêzên li Ewropayê li vê kampanyayê dewam dikin û piştgiriya çalakiya Pîroglû dikin.“

Înîsiyatîfê ragihand ku wê ji ber salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tev li meşa navendî ya bi pêşengiya Kurdistanî û dostên wan ku wê 8’ê Cotmehê roja Şemiyê li ber Parlamentoya Federal a Berna paytexta Swîsreyê bê lidarxisin, bibe. Înîsiyatifê anî ziman ku ew dibînin ku dewama vê komployê li sosyalîst û şoreşgerên nêzê gelê Kurd û têkoşîna wan tê kirin û got: “Em ê li dijî van polîtîkayan bi tevahî têbikoşin.“