EWROPA
Hemû Nûçe
-
‘Rêwiyên Azadiyê’ li Duseldorfê ne
Meşa ku ciwanên Kurd û ên enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4 roj berê dabûn destpêkirin, wê sibê li Kolnê bi dawî bibe. Çalakgerên ku piştî rêwîtiya 15 kîlometreyan gihiştin Dusseldorfê, çalakiya bîranînê li dar dixin. -
Banga FED-GEL’ê ji bo tevlêbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî
Hevserokatiya FED-GEL’ê banga tevlêbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn kir. Mîhrîcan wê 9’ê Îlonê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çê bibe. -
Li ber Wezareta Karên Derve ya Înglistanê tecrîd hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê hate protestokirin. -
YJK-E’yê banga tevlêbûna ‘Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî’ kir
Tevgera Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E), banga tevlêbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn li Kurd û dostên Kurdan kir. Mîhrîcan wê 9’ê Îlonê li bajarê Frankfûrt Elmanyayê li dar bikeve. -
Miameleya xerab a li dijî cenazeyê gerîla li Drancyê hate protestokirin
Li banliyoyeya Drancyê ya Parîsê ku paytexta Fransayê ye tevgerên ciwanên Kurd miameleya xerab a ku dewleta Tirk li dijî cenazeyê gerîlayê bi navê Tolhildan Tekman kiribû, protesto kirin. -
Ciwanan li Marsîlyayê êrîşên li dijî cenazeyan şermezar kirin
Ciwanên Kurd li Marsîlyayê li hev kom bûn û hovîtiya dewleta Tirk a li cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolhildan Tekman şermezar kirin ku hestiyên wî di hundirê qutiyekê de radestî malbata wî hatibûn kirin. -
Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Dûîsbûrgê meşiyan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkê 240 ciwanên Kurd û yên enternasyonalîst li Dûîsbûrgê meşiyan. -
KON-MED’ê banga tevlêbûna Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdistanê ya Navneteweyî kir
Konfederasyona Civakê Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdistanê ya Navneteweyî ya 31’emîn kir. Mîhrîcana îsal wê 9’ê Cotmehê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li dar bikeve. -
‘Divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin’
Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’ê a li Cenevreyê didome. Çalakgeran diyar kirin ku Abdullah Ocalan mîmarê aştî û azadiyê ye û divê demildest azadiya wî ya fîzîkî were misogerkirin. -
FEDA’yê bertek nîşanê Erdogan da ku çima girtiyê ji doza Sêwazê efû kiriye
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), bertek nîşanê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da ku çima cezayê girtiyekê din ê ji doza Qetlîama Sêwazê rakiriye. -
CDK-S û YJK-S: Em di Mihrîcana Çanda Kurd de kom bibin
CDK-S û YJK-S’ê got: “Em di Mihrîcana Çanda Kurd de kom bibin.” -
Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dimeşin
'Rêwîtiya Azadiyê' ya ciwanên Kurd û enternasyonalîst ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di roja 3'yemîn de ye. -
'Rêwîtiya Azadiyê' 2 roj li pey xwe hişt
Ciwanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Dortmûndê dest bi meşê kirin, di roja 2'yemîn de gihîştin Essenê. -
Di 'Rêwîtiya Azadiyê' de roja duyemîn
Meşa 'Rêwîtiya Azadiyê' ya ciwanên Kurd û enternasyonalîst, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye. -
KCDK-E’yê banga tevlîbûna Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî kir
KCDK-E’yê banga tevlîbûna Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî kir û got: “Em xwedî li rûmet, xak, dîrok û hemû nirxên xwe yên çandî derkevin.” -
Roja pêşîn a ‘Rêwîtiya Azadiyê’ qediya
Ciwanên Kurd û enternasyonel, bi navê ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bochûmê meşiyan. -
Osman ku piştî 30 salan hat berdan bi awayekî fiîlî destgîrkirî ye
Abdulmenaf Osman ku piştî 30 salan hat berdan, 36 saet in bi awayekî fiîlî destgîrkirî ye. Parêzerê wî Halîl Coşkûn diyar kir ku muwekîlê wî bi awyaekî bêhiqûqî destgîrkirî ye û ji bo muwekîlê wî biçe welatekî sêyem, doza muhletê kir. -
KNK’ê ji bo Prof. Erîc Davîd peyama sersaxiyê weşand
KNK’ê ji bo pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Erîc Davîd ku jiyana xwe ji dest da, got: ‘’Kurd wê pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Erîc Davîd ku bi delîlên dîrokî tespît kir ku PKK ne rêxistineke terorî ye, ji bîr nekin’’ û sersaxî ji bo malbatê xwest. -
Rojeva sereke ya ciwanan ‘Ji Rêber Apo re azadî’ ye
Encamnameya konferansa "Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve" hat eşkerekirin. Di konferansê de ji bo teşhîrkirin û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî biryarên piralî hatin girtin. -
Li Lyonê gotin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
Bi hezaran Kurdistaniyên li Başûrê Fransayê dijîn û dostên gelê Kurd li bajarê Lyonê li hev civiyan û bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” meşiyan. -
Li Amsterdamê meşa ji ‘Abdullah Ocalan re azadî’
Bi sedan kesên ku li Amsterdamê meşiyan diyar kirin ku ew ê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd dest ji têkoşînê bernedin. -
Li Dortmûndê konferansa ji bo 'Azadiya Abdullah Ocalan'
Ciwanên Kurd û enterasyonalîst, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek lidar xistin. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Ewropayê meş û mîtîng hatin lidarxistin
Hevserokê MRAP’ê Renée Lemînot, îşaret pê kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê, pêkan e. -
Bi hezaran kesan li Strasboûrgê got: Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin
Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeya ‘’Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê’’ li Strasboûrgê meş û mîtîng li dar xistin û got: ‘’Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin.’’ -
Li Dusseldorfê ‘Meşa ji Abdullah Ocalan re azadî’
Bi pêşengiya KON-MED’ê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi dirûşmeyên “Ji Kurdan re statû” û “Ji Rêber Apo re azadî” meşek hat lidarxistin.