BI DÎMEN

Omer Ocalan li Marsîlyayê axivî: Têkoşîn hatiye maseya muzakereyê

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li Marsîlyayê  bi Kurdistaniyan re hat gel hev, diyar kir ku têkoşîna Kurdan gihîştiye qonaxek dîrokî û got, "Têkoşîn ji sêdarê hatiye maseya muzakereyê.”

Gelek Kurdistanî beşdarî civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlya ya Fransayê bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di civînê de axivî û silavên Rêber Apo ji Kurdên li Ewropayê dijîn re anî. Peyam ji aliyê beşdarên di salonê de bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Omer Ocalan behsa pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kir û bi bîr xist ku pêvajoya aştiyê ya yekem piştî civîna Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya 2014’an bi dawî bû. Omer Ocalan diyar kir ku piştî vê pêvajoyê, polîtîkayên zext û çavtirsandinê yên li dijî tevgera Kurd gihîşt lûtkeyê.

Ocalan destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a bi tasfiyekirina tevgera siyasî ya Kurd  a ketina sedsala duyemîn têk çûye û anî ziman ku ev polîtîka bi saya berxwedana gel bê encam ma. Ocalan bi taybetî bal kişand ser têkoşîna ku ji hêla ciwan û jinan ve tê meşandin.

Ocalan diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyek ji nû ve avakirinê de ye û got ku tevî gelek kampanyayên reşkirinê, gel dê têkoşîna xwe bidomîne.

Ocalan li ser nîqaşên aştiyê yên li Rojhilata Navîn rawestiya û diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo aştiya herêmî girîng e. Ocalan diyar kir ku gelê Kurd dikare bi Tirk, Ereb û Farisan re di nava aştiyê de bijîn.

Ocalan têkildarî sererastkirinên qanûnî yên ku di serdema pêş de pêk bên nirxandin kir û anî ziman ku dibe ku hin siyasetmedarên ku niha girtî ne an li derveyî welêt dijîn dîsa tevlî siyaseta çalak bibin. Ocalan anî ziman ku divê şert û mercên Rêber Apo ku rasterast bi gelê Kurd re têkilî dayne bên afirandin.

Ocalan di dawiya axaftina xwe de behsa dîroka têkoşîna Kurdan kir û komkujiyên Koçgirî, Zîlan û Dersîmê bi bîr xist. Ocalan têkoşîna Kurdan bi gotina Rêber Apo “Ji sêdarê hatiye masye muzakereyê” pênase kir.

Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.