Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê dibe, di vê mehê de Mafê Hêviyê ya ji bo Rêber Apo û girtiyên heta hetayî bixe rojeva xwe. Wê di meha Hezîranê de ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ ji bo Rêber Apo û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ku cezayê heta hetayî girtine, çalakiyên cûrbecûr werin lidarxistin. Meclîsa Gel a Şengalê jî îro, bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ kir.
Daxuyanî li Baxçê Serokatî ya li Deriyê Geliyê Kersê ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên ve hate dayîn.
Daxuyanî bi tevlîbûna komînên gundan û saziyên Şengalê hate dayîn.
Di daxuyaniya Meclisa Gel a Şengalê de ku ji aliyê Hevserok Azad Hisên ve hate dayîn de wiha hate gotin: “Weke her kes dizane, şagirtên Rêber Apo 2014’an berê xwe dan Şengalê û Êzidiyan ji qirkirinê rizgar kirin. Êzidî ji bo xwe fikrê herî rast Rêber Apo dît. Dibin sêwana fikrê Rêber Apo de karîn xwe rêxistin bikin, hêzên xwe yên parastinê ava bike, meclîs û saziyên xwe ava bike. Di dîrokê de cara yekeme Êzidî karîn bi saya fikrê Rêber Apo Rêbazek wisa rast esas bigirin û li ser bimeşin.”
Azad Hisên bi navê Meclisa Gel a Şengalê bang li Konseya Ewropayê kir ku xwedî li biryara xwe ya ji bo pêkanîna mafê hêviyê derbikeve û axaftina xwe wiha dewam kir: “Em bang li Konseya Ewropa dikin, biryara ku berê niha salekî girtibû bisekine û zextekî li dewleta Tirk bike ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkbîne. Em weke civaka Êzidî azadiya Rêber Apo ji xwere esas digirin. Em azadiya civaka xwe di fikrê wî de û azadiya wî ya fizîkî de dibînin. Em bang li Rêxistina Mafê Mirovan, CPT û hemû saziyên peywendîdar dikin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo erkên xwe yên mirovî pêkbînin. Divê ev sazî guh bidin daxwaz û bangên hemû gelên bindest ku azadiya Rêber Apo dixwazin. Gelek gelên di dîrokê de rûberûyê qirkirinê hatine, îro dibin banê fikrê Rêber Apo de xwe rêxistin dikin. Herkes dizane dema Rêber Apo gihîşt azadiya xwe ya fizîkî wê ev gelên bindest jî ji saya wî bigihijin azadiya xwe.”
Azad Hisên her wiha da zanîn ew civaka Êzidî jî tevlî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bûne û wiha pêde çû: “Em jî tevlî pêvajoya Rêber Apo li Îmraliyê ji bo netewa demokratîk û entegrasyona demokratîk daye destpêkirin dibin. Civaka me bi saya Rêber Apo hate parastin û ji qirkirinê rizgar bû. Em deyndarê Rêber Apo ne. Divê hemû sazî û rêxistinên peywendîdar bizanin eger kesek gelekî ji qirkirin û komkujiyan rizgar bike, divê xwedî li wî fikrî derbikevin. Em bang li dewletên ku jenosîda Êzidiyan naskirine jî dikin û dibêjin, divê bizanin Êzidî xwe di vî fikrî de azad dibînin û bi vî fikrî dikarin pêşî li fermanan bigirin. Lewma em bang li van dewletan jî dikin piştgiriyê bidin pêvajoyê û ji bo azadiya Rêber Apo bêdeng nemînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.