Di çarçoveya şopandina bicihanîna bendên Peymana 29ˊê Çileyê de, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed şandeya serokatiya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya têkildarî şopandina bicihanîna peymanê pêşwazî kir.
Di civînê de li ser prosedur û gavên pêwîst ji bo berdewamkirina pêvajoya vegera koçberên Efrînê bo malên xwe bi awayekî ewle û bi rûmet hate axaftin.
Di civîna ku Cîgirê Rêveberê Ewlekariya Hundirîn a parêzgehê Mehmûd Xelîl û endamê şandeya serokatiyê, Dr. Mustafa Ebdî jî beşdar bûn de, rewşa vegera malbatên koçber hate nirxandin. Her wiha mekanîzmayên hevrêziya di navbera aliyên peywendîdar de ji bo derbaskirina astengiyên ku dibe ku li pêşiya vê pêvajoyê derkevin hatin gotûbêjkirin, da ku aramiya vegeriyan were misogerkirin û pêdiviyên wan ên bingehîn bên peydakirin.
Di heman demê de, di civînê de li ser amadekariyên pêwîst ji bo bicihanîna vegera koçerên herêmên Şehba û Serêkaniyê di demeke pêş de nîqaş kirin. Ev yek bi rêya danîna plan û prosedurên ku vegerek ewle û rêkûpêk misoger bikin tê kirin.
Tê destnîşankirin ku niha amadekarî ji bo vegera nêzîkî 1600 malbatên koçber ên Efrînê bo malên xwe di vê hefteyê de tê kirin.
Her wiha koma 8ˊan a koçberên Efrînê wê vê hefteyê ber bi Efrînê ve bikeve rê.