Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

Rojnamevan Hafiz Akdemîr di 34’emîn salvegera qetilkirina xwe de li kolana ku lê hatibû qetilkirin ji hêla hempîşeyên xwe ve hat bibîranîn. Di bîranînê de banga ronîkirina qetilkirina rojnamevanan hat kirin.

Komeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG) ji bo bîranîna nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Amedê Hafiz Akdemîr li cihê ku lê hatiye kuştin bernameya bîranînê pêk anî. Hafiz Akdemîr di 8ê Hezîrana 1992an de hatibû qetilkirin. Komeke rojnameger di pêşengiya DFGê de li kolanê Melîk Ahmet a navçeya Sûrê ku navê Hafiz Akdemîr lê kirine daxuyanî dan. Endam û nûnerên DFGê li kolanê kom bûn û ewil daxuyanî dan û piştre qurnefil danîn cihê ku Hafiz Akdemîr lê hatibû qetilkirin. 

Di destpêka bernamê de rojnameger Hakki Boltan axivî. Hakki Boltan şehîdên çapmeniyê bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Dema ku qala çapemeniya azad tê kirin, di serî da hevalê me Hafiz tê bîra mirovan. Ji Hafizan heta Cîhanan em ê mîrate, helwest, sekn û xebata wan bişopînin. Em jî bi israr li hemû qadan şopa wan a heqîqetê bidomînin. Em dîsa li vir careke din hevalê xwe Hafiz Akdemîr re dibêjin ku em minetdarê we ne û em ê bi her awayî felsefe û felsefeya ku we şopandiye, bidomînin. Em ê bênavber  xwedî li wê felsefeya wan, ronahiya wan û rêya wan meşandiye, derkevin.”

‘HEMPÎŞEYÊN WÎ LI PEY HEQÎQETÊ NE'

Serokê Komeleya Rojnamegerên Başûrrojhilat Felat Bozarslan jî axivî û anî ziman ku divê her sûc û her cinayeta ku hatiye kirin were ronîkirin û ev tişt gotin: “Lê belê, ji bo ku ev tarîtî û ev aloziya ku bi salan e li vê herêmê berdewam dike bi dawî bibe, divê ew daireya ku hatiye avakirin, di serî de berê xwe û çavê xwe bide vê derê. Heke cinayeta ku 34 sal berê li vê kolanê hatibû kirin hîn jî nehatibe ronîkirin û em hîn jî ji bo ronîkirina vê cinayetê li vê kolanê dicivin, daxwaz û bangan dikin; em vê yekê wekî demokrasiya vî welatî naxwînin. Banga me li birêz wezîr, alîkarên wî û li her hiqûqnasên ku di vê daireyê de dixebitin ev e; ‘Ji kerema xwe berê xwe bidin vê derê’. Bêguman ronîkirina sûcên edlî jî giring û elzem e; lê belê li vir em behsa cinayeta rojnamegerekî dikin ku ev 34 sal in di tariyê de maye. Ronînekirina wê û di tariyê de hiştina wê, ji bo vî welatî bi rastî jî şermezariyeke mezin e. Mirovên ku li vir amade ne, ne li pey tolhildanê ne û ne jî di pey doza xwînê de ne. Bi salan e ku ev mirov; malbata wî û hempîşeyên wî tenê û tenê li pey heqîqetê û rastiyê ne. Û mafê van mirovan e ku heta dawiyê fêrî vê heqîqetê û vê rastiyê bibin.”

‘HAFIZ KEDKARÊ WÊREK Ê ÇAPAMENIYÊ BÛ’ 

Piştî axaftinan xwarziyê Hafiz Akdemîr Veysî Polat daxuyanî xwend û ev tişt gotin: “Wekî her sal, em îsal jî li vê kolana ku Hafiz Akdemîr lê hate kuştin hatin gel hev. Tevî ku 34 sal di ser re derbas bûne jî, ez spasiya nûnerên çapemeniya azad, hempîşeyên wî, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên demokratîk û her kesên ku li vir in dikim ku wî ji bîr nakin, daxwaza edaletê zindî dihêlin û bi biryardarî didomînin. Xalê min Hafiz, kedkarê çapemeniyê yê wêrek bû ku di tariya salên 1990’î de rojnamegerî dikir. Li pey heqîqetê çû, êşên ku gel dikişandin nivisandin û hewl da rastiyên ku dihatin nedîtin, bide xuyakirin. Di wan salan de rojnamegerî ne tenê çêkirina nûçeyan bû di heman demê de dihat wateya jiyana xwe deynin holê. Çapemeniya Kurd di bin zextên giran de dixebitî, rojnameger dihatin tehdîtkirin, binçavkirin û kuştin. Hafiz jî ji şopandina rastiyê dest jê berneda û berdêla vê yekê bi jiyana xwe da. Lê belê, îro em li vir ne tenê behsa kuştina rojnamegerekî dikin. Em behsa çîroka welatekî dikin. Em behsa dosyayên ku di tariyê de hatine hiştin û polîtîkaya bêcezakirinê ya ku bi salan e tê meşandin dikin.”

‘BILA BÛYER BÊ RONÎKIRIN, HEQÎQET DERKEVE HOLÊ’ 

Veysî Polat di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku îro, her çend bi êş be jî, ew neçar in vê rastiyê bînin ziman û wiha domand: “Kesê ku 34 sal in di bin axê de radizê Hafiz e. Lê navên ku di dosyayên cinayetan de derbas dibin di nav me de ne. Rastiya ku wijdana malbatên li benda edaletê ne birîndar dike jî ev e. Ezmûna herî mezin a li pêşiya pêvajoya çareseriyê, demokratîkbûnê û aştiya civakî jî ev e. Îro daxwaza me zelal e: Dosyayên rûpelên tarî yên rabirdûyê bêne vekirin. Cinayetên ku kiryarên wan nediyar hatine hiştin bêne ronîkirin. Heqîqet derkeve holê. Bêcezakirin bi dawî bibe. Ji ber em dizanin ku bêyî heqîqetê aştî nabe. Bêyî rûbirûbûna rasteqîn demokrasî nabe. Bêyî edaletê tu çareserî mayînde nabe. Dê têkoşîna wan di bîra hevpar a vî welatî de bijî.”

Çalakiya bîranînê bi rêzgirtina ji bo Hafiz Akdemîr û rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.