Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê û vir ve her roja Çarşemê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, vê hefteyê jî dewam kir.
Di çalakiyê de ji bo bîranîna şervana YPJ’ê Roşna Egîd ku di encama êrîşa hewayî ya 2’ê Îlonê de şehîd bibû, deqeyek rêz hate girtin.
Piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) Kasim Erîk mafê axaftinê girt. Kasim Erîk diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Kurdistanê polîtîkayê şerê qirêj didomînin û wiha got: “Li dijî hewldana dewleta Tirk ku dixwaze gelê Kurd bêyî Rêbertî, bêyî îrade û têkoşînê bihêle, em soz didin ku têkoşîna xwe heta azadiya Rêber Apo bidomînin.
Hevserokê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî jî destnîşan kir ku bi salan e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û anî ziman ku hêzên ku rol di Komploya Navneteweyî de lîstin berpirsiyên yekem ên tecrîda Îmraliyê ne û got: “Îro di bingeha êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava, Başûr û Bakur tecrîda Îmraliyê heye. Rêber Apo mîmarê aştî û azadiyê ye. Divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”
Piştî axaftina Çelebî ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê 9 ‘ê Îlonê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.