DERSÎNORKIRINA LI YEKÎTIYA EWROPAYÊ
Guhertina ku saziyên Yekîtiya Ewropayê, dewletên endam û Komîsyona Ewropayê li ser li hev kirin, bi wê armancê ye ku koçberên serlêdana wan hatiye redkirin an jî belgeya xwe nîne ji welatên li derveyî Ewropayê re bêne şandin. Elmanya, Awûstûrya, Hollanda, Danîmarka û Yewnanistanê lêgerîna xwe ya ji bo welatên ku karibin malovaniyê ji van navendan re bikin, zêde kirin. Tê gotin ku bi taybetî bi welatên Efrîkayê re danûstandin têne kirin.
RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN HIŞYARÎ DAN
Ji Platforma Hevkariya Navneteweyî ya bi Koçberên bê Belge Silvia Carta got, guhertina nû wê li Ewropayê sîstemeke dersînorkirinê û binçavkirinê ya gelekî hişk bi xwe re bîne. Saziyên civaka sivîl hişyariyê didin ku bi sed hezaran kes wê li navendên li derveyî welat ji bo demeke nediyar bêne hiştin.
Tê gotin, dema herî zêde ya binçavkirinê ya li nava sînorên Yekîtiya Ewropayê 30 meh in, lê li navendên li welatên sêyemîn bêne avakirin, ev dem hîn nediyar e. Rexnegir dibêjin, ragirtina malbatên bi zarok li van navendan û şandina ji welatên ku qet têkiliya xwe bi wan re nîne, wê rîska cidî ya mafên mirovan bi xwe re bîne.
BRUKSEL DIBÊJE 'VEGERANDIN'
Komîserê Koç û Karên Hundir ê Yekîtiya Ewropayê Magnus Brunner jî îdîa dike ku bi guhertina nû re wê Ewropa karibe bi xurtî diyar bike ku kî dikare bikeve nava Ewropayê, kî dikare bimîne û kî divê veqete. Bruksel îdîa dike ku tenê ji sedî 28 ê kesên serlêdana wan a penaberiyê tê redkirin li welatê xwe vedigerin, lê bi vê sîstema nû re wê ev rêje zêdetir bibe.
Hîn nediyar e ku navendên bi vî rengî li ku bêne avakirin, mafên bingehîn wê çawa bêne parastin û dema mayina li wan deveran wê çiqas be.