Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û rojeva li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê nirxand.
Beriya civîna meha Hezîranê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku wê mafê hêviyê lê bê nirxandin, gelek rêxistinên hiqûqê û 10 baroyan agahdarî kirin. Heyeta Îmraliyê û hevserokên DEM Partiyê jî ji bo vê civînê name şandin. Beriya her tiştî di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Beriya ku bersivê bidim vê yekê, destpêkê şehîdên Pêngava 1'ê Hezîran a2004'an, fîlozofê Fransî yê ku ji bo azadiya Rêbertî têdikoşiya Edgar Morin, cangoriyên meha Hezîranê hevala Sema, hevala Zîlan, Şêx Seîd û hevalên wî, hevalê Helmet bi minet û hurmet bi bîr tînim. Meha Hezîranê ji bo me meheke fedaîtiyê ye. Bi rastî jî di vê mehê de gelek hevalên me yên hêja şehîd bûn. Bêguman têkoşîna me li ser vê fedaîtiyê meşiya, ji niha û pê ve jî wê bi vî rengî bimeşe. Wan fedaiyan ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd canê xwe feda kirin. Hesreta wan wê teqez bi cih bê anîn.
Weke ku we jî got, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara mafê hêviyê de dem dabû dewleta Tirk. Ne tenê ji bo Rêbertî ji bo hemû girtiyên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn, demeke bi vî rengî dabû. Lê belê dewleta Tirk zêdeyî 10 sal in gavek di vê mijarê de neavêt û neavêje. Dewleta Tirk ji xwe ne tenê di vê mijarê de, di hemû mijarên ku yekser an jî neyekser pirsgirêka Kurd eleqedar dike biryarên Yekîtiya Ewropayê bi cih neanî yan jî timî taloq kir. Ev jî ji ber ku Rêbertî eleqedar dike, dewleta Tirk guh nedayê. Lê belê Yekîtiya Ewropa jî li gel ku li her devera cîhanê biryarên xwe dişopîne, li ser disekine, dema ku dor tê Tirkiyeyê bi rastî jî xwedî li biryarên xwe dernakeve, nêzîkatiya mijûlkirinê ya Tirkiyeyê qebûl dike. Bi kurtasî dema nêzî Tirkiyeyê dibe li gorî pîvanên xwe yên maf, hiqûq û edaletê tevnagere. Nêzîkatiyeke siyasî nîşan dide. Lewma Tirkiye ji ber ku bi vê zane, di mijara mafê hêviyê de gav neavêt.
Di mijarên cuda de jî timî mijûl dike yan jî şerhê datîne. Bi vî rengî karê xwe dimeşîne. Dibêje wê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê lê belê şerhê datîne rêgeza herî girîng a Yekîtiya Ewropayê. Bi taybetî di mijarên têkildarî demokrasiyê de gavan neavêje. Ji ber ku demokratîkbûn û pirsgirêka Kurd yekser bi hev ve girêdayî ne. Dibêje, eger ji aliyê demokratîkbûnê ve gavê biavêje wê Kurd sûdê jê werbigirin. Lewma biryarên demokratîkbûnê yên Yekîtiya Ewropayê timî mijûl dike yan jî şerhê datîne ser. Di mijara mafê hêviyê de jî bi vî rengî kir, lê belê Komîteya Weîran a Konseya Ewropayê helwesta pêwîst nîşan neda. Niha tê gotin ku wê meha Hezîranê bicive. Her wiha nîqaş têne kirin ku gelo wê bicive yan necive. Di atmosfereke bi vî rengî de baroyan, rêxistinên hiqûqê, rêxistinên civaka sivîl rapor, name ji Konseya Ewropayê re şandin. DEM Partiyê di vê çarçoveyê de bang kir, name şand. Saziyên Kurd ên li Ewropayê, saziyên demokratîk bangên bi vî rengî kir. Her wiha gelek demokrat, siyasetmedarên li Ewropayê bangê li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin, li ser mijara mafê hêviyê.
JI BER KU DEWLET GAVÊ NEAVÊJE PÊVAJO BI PÊŞ VE NAÇE
Lewma ev girîng e, lê belê pêwîstî bi têkoşîneke hîn bi bandor heye. Mijara mafê hêviyê, mijarên demokratîkbûnê nabe ku tenê ji biryarên bi vî rengî re bêne hiştin. Nabe ku bê gotin, Konseya Ewropayê biryar da û Tirkiye jî wê bike. Li aliyê din Devlet Bahçelî got, bila bê li Meclîsê biaxive, rêxistina xwe fesix bike, têkoşîna çekdarî bisekinîne, ji mafê hêviyê heta dawiyê sûdê werbigire. Lê belê di vê mijarê de gaveke bi tenê nehat avêtin. Li gorî gotinên Devlet Bahçelî diviyabû heta niha di mijar amafê hêviyê de gav bihata avêtin. Ji ber ku PKK fesix bû, têkoşîna çekdarî hate rawestandin, gelek gavên din ên cuda hatin avêtin. Lê belê ji aliyê mijara mafê hêviyê ve muxatabgirtina Rêber Apo, ji aliyê muxatabiya fermî û sifeta siyasî ve gav nehate avêtin.
Bêguman ev bandoreke neyînî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike ku ev pêvajo bersiva Rêber Apo ya li Devlet Bahçelî bû ku di 27'ê Sibatê de bi vê înîsiyatîfê rabû. Eger Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve naçe yan jî zêdeyî sal û nîvek e pêvajoyek heye; di vê mijarê de li anva civakê û derdorên siyasî hîn fikar, guman hene, sedema herî gigrîng a vê yekê ew e ku di mijara Rêber Apo de ku aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye dewleta Tirk gavên pêwîst neavêtiye. Di vir de bêguman pirsgirêkeke cidî heye. Em ê di demeke nêz de bibînin, di dema pêş de bibînin. Eger şert û mercên azad ên karkirinê ji bo Rêber Apo neyê afirandin, yan jî di vê pêvajoyê de nikaribe çalak bibe, hingî ev pêvajo nikare bi pêş ve biçe. Em hêvîdar in ku Rêber Apo xwedî têkiliyên pêwîst be ku karibe hîn bêhtir înîsiyatîfê werbigire, tevkariyeke bêhtir li pêvajoyê bike. Bi vî rengî nebe wê pêvajo bi pêş ve neçe.
We jî got, zêdeyî salek û nîv e Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dike. Parçeyekî girîng ê vê pêvajoyê komîsyonan li Meclîsê bû. Ji bo komîsyona li meclîsê her çend rexneyên we hebûn jî, komîsyonê raporek pêşkêşî meclîsê kir ku we jî girîng dît. Lê belê meclîsê heta niha ti qanûn dernexistiye. Çima bi israr tê derengxistin?
Derxistina qanûnan li aliyekî, gelek tişt hebûn ku bêyî derxistina qanûnan dikarîbûn bihatina kirin. Xalên şeşemîn û heftemîn ên wê raporê ew tişt bûn ku diviyabû hikumetê tavilê bi cih bianiya. Tu yê li gorî vê tevbigere. Ev ne gaveke ekstra ye. Bicihanîna wezîfeya ku nehatiye kirin e. Rapora komîsyonê ev yek bi bîr xist, ev yek danî holê. Ev bi xwe jî nehat bicihanîn. Hîn jî bi cih nayê anîn. Eger di mijara ku divê bê kirin de gav nayê avêtin, bêguman di mijarên ku pêwîstiya wan bi qanûnan heye jî wê pirsgirêk rû bide. Sedema dernexistina qanûnan a heta niha ev e. Hikumet, desthilatdarî di mijarên ku dikare bi hêsanî gavan biavêje, gavan neavêje. Ev nêzîkatî û mejî bivê nevê di mijara qanûnan de rewşeke derengxistinê afirand. Niha qala derxistina qanûnê tê kirin. Agahiyeke bi vî rengî heye.
Agahî heye ku Rêber Apo hin nêrînên xwe pêşkêş kiriye. Me jî ev agahî wergirt. Encam çi ye, wê çi be, em bi wê nizanin. Lê belê heta niha dereng ma. Divê hîn bêhtir dereng nemîne. Eger nêt çareserî be, rewşa li Rojhilata Navîn li holê ye, pirsgirêka Tirkiyeyê li holê ye. Eger wê aramî bê affirandin, wê atmosfereke cihê baweriyê bê afirandin, pirsgirêk bêne çareserkirin, wê demê çima tê derengxistin? Ev derengxistin ji ber çi ye? Bi rastî jî dema ku bi vî rengî dibe, hingî li nava gelê Kurd û derdorên cuda fikar rû didin. Em hêvîdar in ku wê di vê mijarê de qanûn bê derxistin û gavên bi vî rengî bêne avêtin, lez ji pêvajoyê re bê dayin.
Medyaya nêzî desthilatdariyê dest bi weşandina nûçeyên têkildarî qanûnan kir. Bi qanûna çarçoveyê ya ku di nûçeyan de tê weşandin, gelo ev pêvajo çiqasî bi erênî dikare bi pêş ve bê birin? Li gorî we qanûneke çarçoveyê ya çawa dikare pêvajoyê bi pêş ve bibe?
Ev mijareke girîng e. Pirsgirêka Kurd ji aliyê Tirkiyeyê ve pirsgirêka herî cidî ye, pirsgirêka pirsgirêkan e. Dema ku mijar dibe pirsgirêka Kurd, li Tirkiyeyê yên ku biryarê didin, siyasetmedar zelal nabin, nakevin nava nêzîkatiyeke rast, timî diçûn û tên. Timî bi vî rengî dikevin nava hesaban. Em bibêjin; hesabê lawazbûna têkoşînê dikin, hesabê hilbijartinê, hesabên cuda dikin. Ev şerekî taybet e. Bi rastî jî heta niha pêvajoyeke bi vî rengî ya girîng heye, eger wê pirsgirêka herî girîng a sed salî bê çareserkirin; medya nêzî AKP'ê şerekî taybet dimeşîne. Nêzîkatiyeke welê nîşan dide ku pêvajoyê bi pêş ve nabe, lê asteng dike, baweriya ji bo pêvajoyê qels dike. Têkildarî qanûna çarçoveyê ya bê derxistin jî heman nêzîkatiyê nîşan dide. Bêguman em nizanin bê desthilatdariya AKP'ê tiştekî çawa pêşkêş dike, lê belê tiştên têne gotin, nabe. Bi yekalî, bêyî guhdarîkirina li gotinên Rêber Apo, bêyî guhdarîkirina li Tevgerê, bêyî guhdarîkirina li gelê Kurd nêzîkatiyeke ku pêşî li çareseriya pirsgirêkê venake, tenê tasfiyeyê datîne ber xwe, tenê danîna çekan datîne ber xwe, ne nêzîkatiyeke rast e.
Pirsgirêka sed salî wê bê çareserkirin. Ma ne rapora meclîsê bi vî rengî bû? Pirsgirêka sed salî dihate nirxandin, nîqaşkirin. Bi xwe digotin. Ji bo pirsgirêkeke bi vî rengî nêzîkatiyeke cidî divê. Lewma ew mijarên ku qala wan hate kirin, gotinên ku qala wan hate kirin rêbaza şerê taybet e. Gelo helwesta civakê dipîvin? Gelo dixwazin nerazîbûnan kêm bikin? Bi çarçoveyeke bi vî rengî hewl didin ferz bikin? Ev rêbazeke şerê taybet e.
Bi îhtimaleke mezin li pişt vê yekê hikumet heye. Di nava vê pêvajoyê de MÎT jî xwedî rolekê ye. Herhal li pişt wê ew jî heye. Çima bi vî rengî ye? Ji destpêkê ve nêzîkatiya çapemeniyê erênî nîne. Weke we got, Rêber Apo dixwaze pêvajoyê bi pêş ve bibe. Di wê mijarê de Rêber Apo nêrînên xwe pêşkêş kir, dixwaze bi lez çareser bike. Rêber Apo ev nêrînên xwe pêşkêşî hikumetê jî kiriye. Em bi vê zanin. Lê belê hikumetê çi bersiv da, di vê mijarê ve xaleke hevpar çêbû yan na, çi bû; em bi we nizanin. Lê belê em zanin ku nîqaşeke bi vî rengî bûye, Rêbertî nêrînên xwe pêşkêş kiriye û mijara qanûnekê hatiye nîqaşkirin.
Çarçoveyek ji me re nehat. Bêguman eger bê, em ê fikrê xwe ragihînin. Jİ ber ku pirsgirêk yekser me jî eleqedar dike. Ji ber ku me jî eleqedar dike, eger Rêber Apo ji me re ragihîne bêguman em ê fikrên xwe parve bikin. Ev eşkere ye; me Rêber Apo weke muzakerevanê sereke qebûl kiriye. Muzakereyên ku ew dike, muzakereyên ku ew ê bike, ji xwe me qebûl kiriye. Ji ber ku Rêbertî muzakerevanê sereke ye. Bêguman ji ber ku mijar gelekî girîng e, her hal wê bê xwestin ku nêrînên me bê wergirtin, wê bixwazin ku nêrînên me hîn bibin. Eger tiştekî bi vî rengî bibe bêguman em ê nêrînên xwe parve bikin. Hûn qala qanûneke çawa dikin? Qanûna çarçoveyê tê gotin, qanûna esasî tê gotin. Divê qanûneke welê be ku pêşî li gelek tiştan veke. Qanûneke welê be ku pêşî li demokratîkbûnê veke. Qanûneke welê be ku înkarê ji holê rake. Hikumet dibêje, me înkar ji holê rakir, lê belê tiştekî welê nîne. Di gotinê de ye. Di hiqûqê, qanûnê, destûra bingehîn de ev rewş nîne. Di hiqûq, qanûn û destûra bingehîn de ji bo înkar ji holê bê rakirin, qanûneke esasî divê hebe, ev dikare qanûna çarçoveyê be.
Her wiha wê bi rengekî azad demokratîk siyaset bê kirin. Divê qanûneke welê be ku kesek ji ber fikrên xwe neyê girtin. Niha zindan bi siyasetmedaran hatiye dagirtin. Demokrasiya xwecihî nîne. Li Wanê gel çi kir? Şaredariyên bajêr û hemû navçeyan bi dest xist. Hikumetê çi kir? Qeyûm tayîn kir. Ma bi vî rengî dibe? Qanûnek lazim e ku pêşî li van hemûyan bê vekirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî qanûneke esasî divê. Gaveke bi vî rengî, di çarçoveya vê qanûna esasî de pirsgirêkên din hemû dikarin bêne çareserkirin. Ji xwe eger bi vî rengî bibe wê bi wate be. Naxwe wê pirsgirêkan çareser neke. Wê eleqeya xwe bi pirsgirêkên 100 salî re nebe. Wê eleqeya xwe bi siyaseta demokratîk re nebe. Wê zemîneke welê neafirîne ku înkar û asîmîlasyonê bi temamî ji holê rake. Tenê danîna çekan. Bi vî rengî nabe. Belê, divê çek bêdeng bibe. Li atmosfereke siyaseta demokratîk a ku şer nîne divê pirsgirêk bêne çareserkirin. Lê belê perspektîfeke çareseriyê divê. Em di mijara qanûnê de dikarin vê bibêjin.
Di demekê de ku nîqaş li ser demokratîkbûnê tê kirin, zextên li ser muxalefetê kêm nebûye. Biryar 'Bêhukmiya Teqez' a têkildarî CHP'ê de hate dayin, li nava raya giştî hîn tê nîqaşkirin. Gelo ya ku li CHP'ê tê kirin, mirov dikare bibêje ku dîzayneke bi destê dadgeriyê ye. Nirxandineke bi vî rengî wê têrê bike?
Aliyekî wê dîzaynkirina CHP'ê ye. Desthilatdariya AKP'ê dixwaze li gorî xwe muxalefetê ava bike. Gelek caran got 'Li Tirkiyeyê muxalefeta rast nîne'. Mebest ji muxalefeta rast çi ye? Ma wê li gorî te be? Wê li gorî daxwaza te be? Kes nikare li gorî xwe li muxalefetekê bigere. Muxalefet ji xwe wê ne li gorî gotina te be. Wê muxalefetê li te bike. Berê digotin, muxalefeta ekselansan, muxalefeta qral, qralîçeyê, muxalefeta wan. Niha li tiştekî bi vî rengî dikere. Ev aliyekî wê ye. Lê belê tenê ev e? Bêguman ne tenê ev e. Niha qalla siyaseta demokratîk tê kirin. Pirsgirêk ne CHP ye. Siyaset divê bi vî rengî ne bi destê dadgeriyê be. Dadgerî dikare çi bike? Ew diyar e. Tiştên edlî dikare li ser wan bisekine, ew jî dikare kes be. Dikare têkildarî şexsan biryarê bide. Di her partiyê de dibe ku sûc bê kirin. Ev di nava AKP'ê de jî dibe, di nava MHP'ê de jî dibe di nava CHP'ê de jî dibe. Lê belê nizanim li filan cihî filan tişt bûe. Ev hemû çîrok in. Em zanin bê li nava AKP'ê çi dibe. Eger mesele pere, sextekarî, bertîl be, ev ji xwe di nava desthilatdariya AKP'ê de heye. Li hemû şaredariyên tiştên bi vî rengî dibe. Lê belê pirsgirêk ne di vir de ye. Bêguman mesele demokratîkbûn e. Tu yê pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê çareser bike, tu dixwaze çareser bike. Wê demê piştgiriyê ji muxalefeta bingehîn werbigire. Ya ku me herî zêde dixe nava fikar û gumanan ew e. Tu yê pirsgirêkê çareser bike, baş e, çareser bike. Ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Ev ne pirsgirêka AKP, MHP, CHP'ê ye, pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Divê bi vî rengî bê dîtin. Lê belê piştî ku nêzîkatiyeke bi vî rengî bû, tiştên cuda derdikeve holê. Tê gotin; pêkanîna hilbijartinê... Bi vî rengî nabe. Nêzîkatiyeke bi vî rengî li hilbijartinê nabe. Yan jî nabe ku pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê weke amûrekê bê bikaranîn. Eger bi vî rengî be hingî gelekî xetere ye, gelekî nebaş e. Wê demê ji vê re dikare bê gotin ku polîtîkaya herî nebaş a dîroka Tirkiyeyê ye. Lewma divê nêzîkatiyeke rast bê nîşandan.
Dewlet tengav bûye. Ev pirsgirêk zorê dide Tirkiyeyê. Zorê dide desthilatdariyê jî. Desthilatdarî dibêje; eger ev pirsgirêk çareser bibe em ê bifirin, em ê bi pêş bikevin. Belê, wê welê bibe. Ji ber vê bêguman divê gavê biavêje. Eger di vê çarçoveyê de gav bê avêtin, ev ji bo CHP'ê jî baş e, ji bo her kesî baş e, ji bo muxalefetê bi temamî baş e. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de eger gavek bê avêtin, divê her kes xwedî li vê derkeve. Ev ne pirsgirêka AKP, MHP'ê ye. Yan jî eger gavek bê avêtin, divê neyê gotin ku AKP, MHP dike. Divê weke gava wê yekê bê dîtin, ku encameke danheviya demokratîkbûna li Tirkiyeyê ye, gavek ji bo çareseriya prisgirêka herî giran a li Tirkiyeyê ye. Bi vî rengî divê li meseleyê bê nihêrîn. Bêguman me li hemberî êrişên li ser CHP'ê ji destpêkê ve helwesta xwe nîşan dan. Di vê mijarê de me helwesta xwe danî holê. DEM Partiyê jî helwesta xwe danî holê. Rêbertî jî got, nabe ku bi vî rengî bê kirin. Lewma helwesta me diyar e. Em nizanin bê AKP wekî din hesabê çi dike. Lê belê em bibêjin, di nava lêgerîna li avakirina muxalefeta majesteyan na jî ekselansan de ye.
Di 13-14'ê Hezîranê de wê li Stenbolê "Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê" bê lidarxistin. Ji bo vê konferansê hûn dixwazin çi bibêjin?
Bi rastî jî konferanseke gelekî girîng e. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ev e. Belê, Osmanî împaratorî bû. Xelîfe hebû, padîşah hebû. Temam, komar ava bû. Lê belê di salên 1920'î de li cîhanê meylên bi vî rengî yên otorîteriyê zêde bûn. Sîstemeke zordar, mejiyekî yekperest serwer bû. Yek milet, yek dewlet, meylên bi vî rengî yek bûn. Li Tirkiyeyê jî ew meyl serwer bû. Lê belê ev li Tirkiyeyê nayê, teng e. Li Tirkiyeyê bawerî, nasnameyên cuda hene. Kurd hene. Yek ji sê parên nifûsa Tirkiyeyê Kurd e. Îtiraza sed salî ya Kurdan heye. Her wiha ev komar jî êdÎ nabe ku weke berê bi tekerestî û otorîteriyê bimeşe. Wê demê em dikarin qala kîjan guherînê bikin? PêwîtsÎ bi guherîn û veguherînekê heye. Êdî bi vî rengî nameşe. Bi feraseta heyî ya dewlet û desthilatdariyê, bi destûra bingehîn, qanûn û feraseta heyî ya siyasetê nameşe. Lewma wê nasnameyên cuda qebûl bike, wê feraseta yekperest hilweşe. Li Tirkiyeyê civakên cuda hene. Kurd hene, ji ailyê baweriyê ve pirreng e, ji aliyê etnîkî ve piranî ye. Nabe ku bê gotin, ez ê yek miletî, yek baweriyê, yek zimanî biafirînim.
Komara demokratîk, veguherîna komarê, demokratîkbûna wê, wê hêzeke mezin tevlî Tirkiyeyê bike. Heta niha bi hinceta ku Kurd wê sûdê jê werbigirin, bi cih nehate anîn. Xwe li demokratîkbûnê girt. Êdî bi vî rengî nikare bê dewamkirin. Gelo wê Kurdan weke berê bi rê ve bibe, weke berê polîtîkaya qirkirin, asîmîlasyon û qirkirina çandî bimeşînin? Wê azadiya baweriyê hebe yan na? Civakên cuda wê karibin xwe îfade bikin an na? Kedkar, jin, wê karibin xwe bi rengekî demokratîk û azad bi rêxistin bikin, têbikoşin an na? Lewma civîna Komara Demokratîk gelekî girîng e. Êdî dem hatiye ku ew fikarên di dema avabûna komarê de hebûn dînin aliyekî. Divê ew mejî bê terikandin. Di destpêka sedsala 20'î de ew mejiyê yekperest li her derê hebû. Li aliyê din Osmanî belav bûbû, lewma li pey tinekirina Kurdan ketin. Bi vî rengî nabe. Ji ber vê civîna Komara Demokratîk girîng e. Rewşenbîr, demokrat ji xwe vê dikin. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi vê heye.
Eger demokratîkbûn bibe, eger Tirkiye bibe Komara Demokratîk, Tirkiye wê bi pêş bikeve, mezin bibe, bi bandor bibe. Parçe nabe. Lewma em bi xwe li dijî feraseta netewe dewletê ne. Li her derê em li dij in. Divê ev mejî di sedsala 19.-20. de bê terikandin, li her derê bê terikandin. Gel, bawerî divê karibin di nava demokrasiyê de bi rengekî azad bijîn. Bi sînorên sûnî nabe. Belê filan gel li filan cihî dimîne, ev gel li vê derê dimîne, ev baawerî li vê derê ye. Belê, ji xwe cografyayeke xwezayî ye. Lê belê ez ê bi zorê sînoran diyar bikim, tine bikim. Ew nêzîkatî divê bê terikandin.
Ez wê civînê silav dikim. Bawer dikim ku di wê civînê de wê nîqaşên girîng bêne kirin. Em dixwazin bibin parçeyek ji wê Komara Demokratîk. Em dixwazin tevkariyê li demokratîkbûna Tirkiyeyê, li Komara Demokratîk bikin. Nêzîkatiya me, têkoşîna me û armanca me bi vî rengî ye. Divê ev bê fêhmkirin. Hemû hewldanên Rêbertî ji bo çareseriya pirsgirêkan li nava Komara Demokratîk e. Em vê bibêjin.
Dewam dike...