Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Ewropayê meş û mîtîng hatin lidarxistin

Hevserokê MRAP’ê Renée Lemînot, îşaret pê kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê, pêkan e.

Kurd û dostên xwe bi dirûşmeya ‘’Azadî ji bo Abdullah Ocalan, statu ji bo Kurdistanê’’ ne bi tenê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, li gelek bajarên din ên Fransayê, Elmanya û Awûstûryayê bi hevdemî meş û mîtîng li dar xistin. Kurdistaniyan û dostên wan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

PARÎS

Bi dirûşmeya ‘’Azadî ji bo Kurdistanê’’ Kurdistaniyan û dostên wan careke din li Parîsa paytexta Fransayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Çalakî saet di 16.00’an de li qada Paris Républiqueê dest pê bû. Partiya Komunîst a Fransî, Komeleya France – Kurdistanê, MRAP û nûnerên rêxistinên Fransayî jî tev li çalakiyê bûn. Flamayên ‘’Azadî ji bo Abdullah Ocalan’’ di çalakiyê de hatin hildan û bêyî sekin dirûşme hatin berzkirin.

Danezana hevpar a Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) gava meşê hat belavkirin. Meş qada Bastîlleê berdewam bû û bal bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat birin.

Meş li qada Bastîlleê bi dawî bû û mîtîng hat lidarxistin. Bi deqeyekê rêz hat girtin û Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan wiha axivî: ‘’30 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Hiqûqa herêmî û navneteweyî nayên hesabkirin û tecrîdeke bi giştî li ser Kurdan û rêberê wan berdewam e. Me bang li hemû hêzên navneteweyî û dewletan e; dengê xwe ji vê êşkenceya bi faşîzanî ya Erdogan re bikin.’’

Hevserokê MRAP’ê Renée Lemînot û Serokê Koordînasyona Dostaniya Kurdan Pascall Tore ku tev li çalakiyê bûn, axivîn û got: ‘’Rêberê Gelê Kurd, hemû exlaqê mirovahiyê û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û tê tecrîdkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi berdana Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê ye.’’

Dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ hat berzkirin û çalakî qediya.

RENNES

Kurdistanî, saet di 17.00’an de li Place du Colombier a Rennesê ku bajarekê Fransayê ye, hatin ba hev û bi deqeyekê rêz girt. Têkildarê tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Girseyê da xuyakirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew ê terka qadan nekin.

HAMBÛRG

Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe li Hambûrgê ku bajarekê Elmanyayê ye, li dijî polîtîkayên tecrîdê meşiyan. Meş bi şiara ‘’Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê’’ saet di 15.30’an de li îstgeha navendî ya Hambûrgê dest pê bû.

Meş bi rêzgirtinê dest pê bû. Parlamenterê berê Dîe Lînkeê Martîn Dolzer ku gava meşê axivî, îşaret bi polîtîkayên şer û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: ‘’Me daxwaz ew e ku zû bi zû derfeta xwegihandina Abdullah Ocalan û hevalên wî yên girtî  li Îmraliyê bê dayîn. Divê dawî li şertên îzolasyonê bê. Me her wiha bang li saziyên navneteweyî û Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) ew e ku bi erka xwe rabibin û dawiyê li tecrîda li Îmraliyê bînin.

Martîn Dolzer bang li dewleta Elman kir û got: ‘’Bi polîtîkayên bi êrîşkarî yên dewleta Tirk re nebin piştgir.’’

Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn jî anî ziman ku divê polîtîkayên tecrîdê bên şikandin û wiha got: ‘’Divê kêfa me were ku Rêbertiyeke wiha ji nava Kurdan derketiye. Lê em têr li Rêbertiya xwe nabin xwedî.’’

Girse bi pişt re heta ber rojnameya Bîldê ku li Axel-Sprînger-Platzê ye, meşiya.

Kurdistaniyan û dostên xwe di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartê li ser ‘’Azadî ji bo Ocalan’’ hildan û bêyî sekin dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ û ‘’Bi hezaran caran silav li Îmraliyê’’, ‘’Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê’’ û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ berz kirin.

HANNOVER

Li Hannoverê ku bajarekê Elmanyayê ye, bi şiara ‘’Azadî ji bo Rêber Apo, statu ji bo Kurdistanê’’ ji îstgeha trenan ta Georgeplatzê meş û mîtîng hatin lidarxistin.

Ji xeynê Kurdistaniyan û dostên Kurdistaniyan ên Elman, Women Defend Rojava û Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê (ATÎK) a Hannoverê tev li meşê bûn.

Gava meşê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, bêyî sekin dirûşmeyên ‘’Bê Serok jiyan nabe’’, ‘’Azadî ji bo Abdullah Ocalan’’ û ‘’Erdoganê faşîst’’ hatin berzkirin.

GRAZ

Kurdistaniyên ku li bajarê Graz ê Awûstûryayê di saet 18:00’an de li Hauplatzê li hev civiyan, bi dirûşmeyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statu” daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Di mîtîngê de girseyê pankart û alên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hildan û dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin. Her wiha ji bo balê bikişînin ser tecrîdê belavok hatin belavkirin.