Di 'Rêwîtiya Azadiyê' de roja duyemîn
Meşa 'Rêwîtiya Azadiyê' ya ciwanên Kurd û enternasyonalîst, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.
Meşa 'Rêwîtiya Azadiyê' ya ciwanên Kurd û enternasyonalîst, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûn û dest bi meşa 'Rêwîstiya Azadiyê' kirin.
Roja destpêkê ya meşê ji bajarê Dortmûndê destpê kir û heta bajarê Bochûmê dewam kir.
Roja duyemîn jî ji bajarê Bochûmê destpê kir û heta navenda bajarê Essenê dewam kir. Di meşê de tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn. Ciwan wê danê êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Essenê li hev kom bibin. Di kombûnê de wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nirxandin.
Di roja 3'yemîn de ciwan wê ji stasyona trenê ya Oberhaûsenê ber bi bajarê Dûîsbûrgê ve bimeşin. Di roja 4'emîn de jî wê meş ji ber strasyona trenê ya Neûssê saet di 09:00 de destpê bike û ciwan wê heta navenda bajarê Dusseldorfê bimeşin.
Di 8'ê Îlonê de ku roja 5'an a meşê be, wê ciwan ji Kolnê heta navenda bajarê Mulheîmê bimeşin. Çalakî wê êvarê li Mulheîmê bi dawî bibe.