Li Dusseldorfê ‘Meşa ji Abdullah Ocalan re azadî’
Bi pêşengiya KON-MED’ê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi dirûşmeyên “Ji Kurdan re statû” û “Ji Rêber Apo re azadî” meşek hat lidarxistin.
Bi pêşengiya KON-MED’ê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi dirûşmeyên “Ji Kurdan re statû” û “Ji Rêber Apo re azadî” meşek hat lidarxistin.
Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşmeyên “Ji Kurdan re statû” û “Ji Rêber Apo re azadî” li ber stasyona trenê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê daxuyanî da.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê li hev civiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û “Faşîst Erdogan” berz kirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan bi Elmanî axaftinek kir. Kaplan bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama hevkariya dewletên navnetweyî de hatiye girtin û got: “Tecrîda ku 25 sal in li dijî Rêber Apo tê meşandin, ev 30 meh in veguheriye êşkenceya bênavber. Hemû sazî û dewletên ku ji dîlgirtina Rêber Apo berpirsiyar in, şirîkên polîtîkayên tecrîdê ne ku îro tê meşandin. Gelê Kurd wê ji bo azadiya Rêber Apo li seranserê cîhanê dakevin qadan.”
Hevseroka FED-MED’ê Şevîn Sîncar jî axivî û wiha got: “Berpirsên yekem ên tecrîda li ser Rêber Apo, dewletên navteweyî ne ku Rêber Apo dîl girtin. CPT’yê divê derbarê Rêber Apo de demildest daxuyaniyek bide. Heta ku Rêberê me azad bibe wê çalakiyên me bidomin.”
Piştî axaftinan girse bi posterê mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji stasyona trenê heta kolana herî qerebalix a Dusseldorfê Konigsallee ve meşiyan. Piştî meşê çalakî bi dawî bû.