CDK-S û YJK-S: Em di Mihrîcana Çanda Kurd de kom bibin
CDK-S û YJK-S’ê got: “Em di Mihrîcana Çanda Kurd de kom bibin.”
CDK-S û YJK-S’ê got: “Em di Mihrîcana Çanda Kurd de kom bibin.”
Îsal wê Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31’emîn li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin. Ji bo tevlîbûna mihrîcanê bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin.
Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) wiha got: “Gelê Kurd bi pratîkeke berxwedanê ya ku bi dehan sal in dewam dike, gavek din nêzî azadiyê bûye. Em bang li gel û dostên xwe dikin ku vê pratîka berxwedanê esas bigirin û tevlî vê Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî bibin.”
‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li hemberî qirkirina çandî, fîzîkî û siyasî pratîka herî xurt a parastin û têkoşînê, xwedîderketina li nirxên çandî ye û ev tişt hat bilêvkirin: “Di vê dema ku polîtîkayên qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd tê ferzkirin de, bersiva herî bi wate xwedîderketina li çanda me ye û domandina çanda me ye. 9’ê Îlonê roja Şemiyê wê bi dirûşmeya ‘Di sala 100’emîn a Lozanê de ji pirsgirêka Kurd re çareserî, ji Kurdistanê re statu’ li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî were lidarxistin. Di vê mihrîcanê de armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye û em ê berxwedana dîrokî ya çanda Kurd û têkoşînê nîşanî hemû cîhanê bidin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku tevlî Mihrîcana Çanda Kurd bibin ku wê 9’ê Îlonê were lidarxistin.”
CIHÊN KU OTOBUS WÊ LÊ RABIN
Cih û demê otobusên ku wê ji Swîsreyê ber bi Frankfûrtê ve bikevin tevgerê, bi vî rengî ne:
“Solothurn: West Bahnhof 4500 Solothurn
Saet: 23.00
Basel: Elsasserstrasse 215, 4056
Saet: 01.00
Rapperswil: Churerstrasse 120, 8808 Pfaffikon SZ
Saet: 23.30
Zug: Hinterbergstrasse 19, 6330 Cham
Saet: 23.30
Luzern: Mythenstrasse 7, 6003
Saet: 00.00
Cenevre: Rue du Vieux Billard 3, 1205 Geneve
Saet: 00.00
Bern: Fischermättelistrasse 6, 3008
Saet: 23.30
Biel: General-Dufour-Strasse 60, 2502
Saet: 23.00
Lenzburg: Sägestrasse 44, 5600
Saet: 00.00
Zürih: Steinwiesenstrasse 1, Schlieren
Saet: 00.00
Lozan: Place du Tunnel 24, Lausanne
Saet: 00.30.”