'Rêwîtiya Azadiyê' 2 roj li pey xwe hişt
Ciwanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Dortmûndê dest bi meşê kirin, di roja 2'yemîn de gihîştin Essenê.
Ciwanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Dortmûndê dest bi meşê kirin, di roja 2'yemîn de gihîştin Essenê.
Meşa Dirêj a 'Rêwîtiya Azadiyê' ku bi beşdariya zêdeyî 200 ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ên ji 40 welatên mîna Elmanya, Swîsre, Fransa, Îngilistan, Spanya, Îtalya û Bolîvyayê destpê kir, du roj li pey xwe hişt.
Ciwanên ku ji Dortmûndê dest bi meşê kirin û heta Bochûmê meşiyan, di roja duyemîn de berê xwe dan bajarê Essenê.
Di çalakiyê de ku bi dirûşma 'Bi ruhê Apoyî ber bi rêwîtiya azadiyê ve' pêk tê, bi flama, tîşort û pankartên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan işaret bi tecrîda giran û girîngiya azadiya fîzîkî ya Ocalan hate kirin.
Ciwanan her wiha bi rêya belavkirina belavokan bal kişandin ser sedema misogeriya azadiya Abdullah Ocalan.
Ciwanan roja duyemîn a çalakiyê li Essenê bi dawî kir. Danê êvarê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Essenê li hev kom bûn û li ser rewşa Abdullah Ocalan, pêvajoyê û wezîfeyên divê bêne kirin nîqaş kirin. Her wiha di nava xwe de pêşbirkeke zanebûnê jî lidar xistin. Li gel gerandina govendê çalakiyên cuda jî pêk anîn.
Roja 3'yemîn a rêwîtiyê wê ji stasyona trenê ya Oberhaûsenê destpê bike û heta Dûîsbûrgê dewam bike.