EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kurdistan li Lozanê 'sefaretxaneya' xwe ava dike!
Di çarçoveya projeya 'Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan' de ku wê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bê lidarxistin, bi tecrûbeyên Kurdan wê nîqaş li ser cîhaneke nû bê kirin. -
Jinên Elewî betalkirina doza komkujiya Sêwasê protesto kirin
Rêxistinên Jinên Elewî ku li ber Sefaretxaneya Tirk a Londonê li hev civiyan betalkirina doza Komkujiya Sêwasê protesto kirin û çelenga reş danîn ber sefaretxaneyê. -
Dewleta Tirk û PDK li Grazê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li Grazê hatin ba hev, êrîşa bi ser Nûnertiiya KNK’ê ya Başûr û êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê protesto kirin. -
Êrîşa li dijî KNK’ê li Koln û Parîsê hat protestokirin
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re li banliyoya Drancy ya Parîsê û Kolnê hat teşhîrkirin. -
Dewleta Tirk û PDK li Stockholmê hatin protestokirin
Êrîşa li dijî nûnertiya KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê, li Stockholmê ku paytexta Swêdê ye, hat protestokirin. -
PDK li Kîel û Lîmasolê hat protestokirin
Kurdistanî li dijî êrîşa Nûnertiya KNK’ ya Başûr û Balafirgeha Erbetê li hev civiyan û malbata Barzanî ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, şermezar kirin. -
Li Dûîsbûrgê bang li PDK’ê hat kirin ku dev ji xiyanetê berde
Êrîşa bi çekan li Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê hat kirin û qetilkirina nûnerê kongreyê Denîz Cevdet Bulbun li Dûîsbûrgê hatin protestokirin. -
Li ber NY’yê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin
Di çalakiya li ber avahiya NY’yê de ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, hat diyarkirin ku şertê pêşîn ê aştiyê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
Ji bo Nobeda Azadiyê ji Swêdê hatin
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, di hefteya 587'an de bi koma ji Swêdê dewam dike. -
Bajarên Swîsreyê: Em rê nadin faşîzm û xiyanetê
Bi armanca şermezarkirina êrîşa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya li Başûr, Kurdistaniyên li bajarên Swîsreyê daketin qadan. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku wê Kurd rê nedin faşîzm û xiyanetê. -
Faşîzma Tirk û xiyaneta PDK’ê li Ewropayê hatin protestokirin - HATE NÛKIRIN
Kurdistanî bi banga KCDK-E’yê li gelek bajarên Ewropayê hatin ba hev û xiyanet û hevkarî û faşîzma Tirk şermezar kirin, banga avakirina yekitiya neteweyî kir. -
KOMAW’ê êrîşa li ser KNK’ê û Silêmaniyê şermezar kir
KOMAW’ê qetilkirina Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul û êrîşa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: “Bi ruhê yekîtiya netweyî li dijî xiyanet û êrîşan rawestin.” -
Êrîşa li dijî KNK’ê li Solothûrnê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên xwe ku ji ber êrîşa li Nûnertiya KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê hat kirin li Solothûrnê hatin ba hev, malbata Barzaniyan ku bi dewleta Tirk re hevkar e, şermezar kir. -
Li Londonê xiyanet û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Kurdan li Londonê li ber avahiya Konsolxaneya Tirk û Nûnertiya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xist, êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin. -
Serdaneke giring li Şaredariya Alessandrîa ya Îtalyayê hat kirin
Şandeya serdan li şaredariyê kir, daxwaza hevwelatîbûna fexrî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Şaredar Gîorgîo Abonante diyar kir ku Alessandrîa dostê Kurdan e; ew ê nirxandina daxwaza şandeyê ji dil bikin. -
TEV-ÇAND Ewropa: Bi hemû hêza xwe em li ber dagirker û xiyanetkaran rabibin
TEV-ÇAND Ewropayê, bal bir ser qetlîamên dewleta Tirk û got: "Em li dijî dagirker û xiyanetkaran dengê xwe bikin yek û ji bo yekitiya neteweyî bên ba hev." -
Cenazeyê Ozmen ber bi Kurdistanê ve hate şandin
Cenazeyê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fewzî Ozmen ê ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, ji bo veşartinê şandin Kurdistanê. -
Kurdên li Rûsyayê êrişên li ser KNK û balafirgeha Erbetê şermezar kirin
Rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê, êrişên hêzên dewleta Tirk ên li ser Nûnertiya KNK'ê ya Başûrê Kurdistanê û balafirgeha Erbetê şermezar kirin. -
Kurdistaniyên li Swîsreyê dadikevin qadan
Bi banga lezgîn a KCDK-E'yê Kurdistaniyên li Swîsreyê li dijî êrişên êrişên dewleta Tirk a dagirker dadikevin qadan. -
KCDK-E’yê bang kir ku bila demildest çalakî bên lidarxistin
KCDK-E’yê, got: ‘’Dewleta Tirk ku qirkirina Kurdan daye ber xwe, bi piştgiriya malbata Barzaniyan a hevkar, Kurdistanê her roj dike gola xwînê’’ û bang kir ku bila bi lez û bez çalakî bên lidarxistin. -
Li Freîbûrgê êrîşa li dijî KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê hat protestokirin
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê êrîşa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê ku di encamê de Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bûlbûl hat qetilkirin, hate protestokirin. -
TEV-ÇAND a Ewropayê ji bo Ozmen sersaxî xwest
Rêveberiya TEV-ÇAND a Ewropayê ji ber wefata Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fewzî Ozmen daxuyaniyek weşand û diyar kir ku koçkirina wî valahiyeke mezin li pey xwe hişt. -
KCÊ-E êrîşên li ser Şengalê şermezar kir
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) êrîşa hewayî ya ku di 17’ê Îlonê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibû kirin şermezar kir û banga piştgiriya Şengalê kir. -
Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ji ber wefata Ozmen peyama sersaxiyê da
Hevserokatiya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ji ber wefata Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fewzî Ozmen peyameke sersaxiyê weşand. -
Mîhrîcana Çanda Kurd li Marsîlyayê hat lidarxistin
Li Masîlyayê îsal 3’yemîn Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Sînan Dersim bi şîara “Bi ruhê berxwedana gerîla Kurdistanê biparêze, Rêbertiyê azad bike” hat lidarxistin.