EWROPA
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk û PDK li Torînayê hatin protestokirin
Li Torînayê êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bi çalakiyekî hat protestokirin. -
Tirkiye di sûcên organîze de li Ewropayê di rêza yekem de ye
Li gorî rapora Endeksa Sûcên Organîze ya Cîhanî ya 2023’an, Tirkiye di sûcên organîze de li cîhanê di rêza 14’an de ye û li Ewropayê jî di rêza yekem de ye. -
Nobeda Azadiyê bi koma ji Danîmarkayê dewam dike
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kir, di hefteya 588'an de bi komeke nû dewam dike. -
Elmanya wê kontrolên li ser sînorê Çekya û Polonya zêde bike
Hikumeta Elman ragihand ku wê kontrolên li ser sînorê Polonya û Çekyayê zêde bike. -
Şehîd Fîraz Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
Şervanê YPG'ê û Rojnamevan Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê di 26'ê Îlona 2017'an de li Reqayê şehîd bibû, bi girseyî ser gora xwe hat bibîranîn. -
Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd komxebatek lidar xist
Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd bi komxebatekê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga têkoşînê kir. -
Çalakiya 'Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan' bi dawî bû
Çalakiya 'Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan' ku gelek peyam lê hatin dayin, piştî nîqaşên li ser 'Konfederalîzma demokratîk' bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû. -
Şehîd Sorxwîn Aram li Mannheîmê hat bibîranîn
Şehîd Sorxwîn Aram bi beşdariya xizmên xwe li Mannheîmê hat bibîranîn. -
Stuttgart bi coşeke mezin komeleya DKTM’ê hat vekirin
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi beşdariya gelek nûnerên saziyan û zêdeyî hezar kesî DKTM’ê ya nû hat vekirin. -
Şehîdên azadiyê li Bernê hatin bibîranîn: Em ê li dijî êrîşan berxwedanê mezin bikin
Şehîdên ku di dîrokên cuda de li nava refên gerîla şehîd bûne li Bernê hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê hat dayîn. -
Fedayiyên ku tecrîd protesto kirin li Duîsburgê hatin bibîranîn
Şehîdên ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera Mijdara 2018 û Gulana 2019’an de çalakiya fedayî kirin, li Duîsburgê hatin bibîranîn. -
'Li dijî tecrîdê gotin qediya, niha dema çalakiyê ye'
Kurdistaniyên li Berlînê dimînin nerazîbûn nîşanî tecrîda Îmraliyê dan û gotin, "Divê gavên mezintir bêne avêtin. Gotina li hemberî vî dijminî qediya, êdî dem dema çalakiyê ye." -
Ji bo Abdullah Ocalan li Reîmsê çalakî hate lidarxistin
Kurdistaniyan li Reîmsê tecrîd şermezar kirin û diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. -
'Em hem li ber xwe didin hem jî ava dikin'
Di roja destpêkê ya çalakiya 'Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan' de ku li Lozanê pêk tê, nîqaş li ser sîstemê hate kirin. Hate ragihandin ku li Kurdistanê li gel şerê man û nemanê her wiha karê ji bo avakirinê tê kirin. -
Xiyaneta PDK’ê li Mulhouse û Stuttgartê hate protestokirin
PDK û malbata Barzanî ku rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk vekir, li Mulhousê û Stuttgartê hatin protestokirin. -
Çalakiya bêîteatiya sivîl li Parîsê hat lidarxistin
Li Dêra Spî ya Parîsê, Kurdistaniyan û dostên xwe ji bo balê bibin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek li dar xist û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabibin. -
Şîna Baggî li Dûîsbûrgê hat danîn
Şîna welatparêzê Kurd Lokman Baggî li DKTM ya li Dûîsbûrgê ku bajarekê Elmanyayê ye, hat danîn. Malbat û hevrêyên wî, yên ji bo sersaxiyê hatin pêşwazî kirin. -
Mûsa Anter li Helsînkiyê hate bibîranîn
Mûsa Anter di 32'emîn salvegera qetilkirina xwe de li Helsînkî ya paytexta Fînlandiyayê hate bibîranîn. -
Dewleta Tirk û PDK li Melboûrneyê hatin protestokirin
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê dewleta Tirk û PDK hat protestokirin. -
Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
Projeya hunerî ya 'Balyozxaneya Cîhanek Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir. -
Zilma Elmanyayê ya li ser Kurdan
Li Elmanyayê zextên li ser Kurdan gihiştiye asta herî jor. Mashar Turan ê ku di çarçoveya xala 129b de cezayê xwe temam kir, li ser wî hatiye ferzkirin ku hefteyê 4 caran biçe polês û bi îmzeya xwe piştrast bike ku li wir e. -
Akademiya Modernîteya Demokratîk wê li Baselê konferansekê li dar bixe
Akademiya Modernîteya Demokratîk, wê bi serenavê “Hunera Azadiyê – Birêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedanê yên Kolektîv” meha Mijdarê li Baselê konferansekê li dar bixe. -
Li ber Konsolosxaneya Tirk a li Osloyê çalakî hatin lidarxistin
Kurdistaniyên li Osloyê dimînin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Hewlêr, Silêmaniyê û hevkariya PDK'ê şermezar kirin. -
Dixwazin Dîzîn ê li Îtalyayê ye girtî ye radestî Tirkiyeyê bikin
Mehmet Dîzîn ê ku ji sala 1980'an û vir ve neçûye Tirkiyeyê bi hinceta bi ser qereqolê de girtiye der barê wî de biryara Înterpolê hatiye dayîn û bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê wê li Îtalyayê were darizandin. -
Hozan Diyar li dijî xiyaneta PDK'ê bang kir
Hozan Diyar bang li gelê Kurd bi taybetî jî hunermend û rewşenbîrên Kurd kir: Bi helwesteke Kurdewarî em dikarin pêşî li xiyaneta PDK'ê bigirin, bêbandor bikin. Em nehêlin ku kes bi qedera me bilîze.