EWROPA
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Wûppertalê hat teşhîrkirin
Kurd û dostên wan ên ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan li Wûppertalê li hev civiyan, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin. -
Êrîşên li ser Rojava li Aachenê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Aachenê bi mîtîngekê hat protesto kirin. -
Dewleta Tirk li Stockholmê hate protestokirin
Li Stockholmê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bi mîtîngekê hate protestokirin; Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku Tirkiye neçar bike ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. -
Rojnamevanê Japonî Katsumata: Mifteya siberojê bi Abdullah Ocalan re heye!
Rojnamevana Japonî Îkuko Katsumata ku piştgiriya pêngava nû ya cîhanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dike û got, "Mifteya siberojê bi Abdullah Ocalan re heye." -
Li Melboûrnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li hev civiyan
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hat lidarxistin. -
Awûstralyayî ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketin nava liv û tevgerê
Awûstraliyayiyan piştgirî dan pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan. -
TCŞ'ê li Viyanayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist
Ciwana li Viyanayê 29 kesên li Dêrikê hatin qetilkirin bi bîr anîn û piştre li kolaneke qelebalix çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwanan Nehammer ê ku li ser esasê hevkariyê bi serokomarê qirker a Tirk re hevdîtin pêk anî şermezar kirin. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd semînerek li Îngilistanê hate lidarxistin
Di çarçoveya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd” de li Îngilistanê semînerek hate lidarxistin. -
Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê bi dawî bû
Meşa dirêj a bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd li dijî Komploya 9’ê Cotmehê hat lidarxistin, bi daxuyaniyekê li ber Konsolosxaneya Tirk bi dawî bû. -
Li Romayê: Hikûmeta Îtalya û Konseya Ewropayê divê gavên pêwîst bavêjin
Li paytexta Îtalya Romayê, di çarçoveya Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî Çareseriya Pirsgirêka Kurd, daxuyaniyên çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd û bang li hikûmeta Îtalyayê hat kirin. -
'Azadiya Abdullah Ocalan tekane mifteya aştiya Rojhilata Navîn e’
Platforma Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya ji Pirsgirêka Kurd re li London, Cadîff û Dublînê civînên çapemeniyê lidarxist. Di civînan de diyarkirin Abdullah Ocalan mifteya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd e. -
Piştgiriyên ji bo pêngavê zêde dibin
Ji Srî Lankayê heta Danîmarkayê, ji Afrîkaya Başûr heta Filîpînê; dostên Kurdan xwedî li pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ derketin. -
Encamnameya Konferansa Qibrisê hat eşkerekirin
Encamnameya Konferansa Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst a li Qibrisê hat li darxistin, hat eşkerekirin. -
Li 6 navendên Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' hat kirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li 6 navendên Swîsreyê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. -
Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê di roja duyemîn de ye
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd li dijî komploya 9'ê Cotmehê meş tê kirin. Meş di roja duyemîn de ye. -
Ji bo aktîvîsta KJAR'ê Ciwana Sine li Osloyê çalakî hate lidarxistin
Ji bo aktîvîsta Kurd Ciwana Sine ku ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin, li Osloyê li pêşiya Konsolosxaneya Îranê çalakî hate lidarxistin. -
Li Torontoyê Komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li bajarê Toronto yê Kanadayê hatin protestokirin. -
Êrîşên dewleta Tirk li bajarên Ewropayê hatin protestokirin - HATE NÛKIRIN
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê li bajarên Ewropayê bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Salvegera Komploya 9'ê Cotmehê li Ermenistanê hat protestokirin
Salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ermenistanê hat protestokirin. -
Ciwanên Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd li Atînayê meşa dirêj dan destpêkirin
Rêxistinên ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Atînayê bi dirûşmeya “Cenga Azadiyê Serbixin” meşa ji bo du rojan dan destpêkirin. -
Beriya hevdîtina Erdogan-Nehammer ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Beriya hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Awûstûryayê Karl Nehamer roja Sêşemê, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Sefaretxaneya Tirk a li Viyanayê hate pêşandan. -
KON-MED’ê bang li Elmanyayê kir ku dawî li têkîliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bîne
KON-MED’ê diyar kir ku dewleta Tirk di nava 72 saetan 24 avahiyên binesaziyê, 87 avahî, 6 zevî, 3 fabrîka, dibistanek û nexweşxaneyek bombebaran kiriye û bang li hikûmeta Elman kir ku dawî li têkîliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bîne. -
Ji bo daxuyaniyên çapemeniyê yên li 74 bajaran banga tevlîbûnê hate kirin
'Platforma Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re' ji bo daxuyaniyên sibe yên li 74 navendan, ku wê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bên dayin, banga tevlîbûnê kir. -
Kurdên li Moskowê komplo şermezar kir
Kurdên li Moskow a paytexta Rûsyayê, ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê li hev civiyan. -
Paolo Cento: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bitêkoşîn
Serokê Berê yê Partiya Keskan û Parlamenter Paolo Cento di çalakiya Dema Hêviyê ya li Romayê de axivî û got: “Divê em Ewropayiyên ku ji girtina Abdullah Ocalan berpirsyar in, ji bo azadiya wî têbikoşin.”