Awûstralyayî ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketin nava liv û tevgerê
Awûstraliyayiyan piştgirî dan pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan.
Awûstraliyayiyan piştgirî dan pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan.
Li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, parlamenter û senator jî di nav de gelek kesan piştgirî dan pêngavê ku di asta navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin.
Gelek parlamenter û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî civîna çapemeniyê bûn. Di civînê de metna kampanyayê hate xwendin ku tê de hate xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe.
Di civîna çapemeniyê de ji Partiya Keskan senatorê berê Lee Rhiannon, ji Partiya Keskan parlamenter Abigail Boyd û Kobi Shetty, ji Partiya Keskan Şaredar Philippa Veitch, oldar Bill Crews, ji Partiya Karker parlamenter Charishma Kaliyanda û Nathan Hagarty û endamên Tifaqa Sosyalîst Susan Price û Rachel Evans amade bûn.
Piştî civîna çapemeniyê Abigail Boyd, Kobi Shetty, Lee Rhiannon, Susan Price, Rachel Evans û Charishma Kaliyanda ji ANF'ê re axivîn.
SHETTY: NÎŞANEYA HÊVIYÊ
Kobi Shetty got, "Têkoşîna ji bo azadiyê (Abdullah Ocalan) têkoşîneke gelekî girîng e, ji ber ku divê em wî weke nîşaneya hêviyekê ji bo civaka Kurd bibînin. Em dixwazin ku hikumeta Tirk wî berde û gelê Kurd karibe çarenûsa xwe diyar bike."
RIHANNON: EM PARÇEYEK JI TEVGERA GLOBAL E
Lee Rihannon got, "Em parçeyek ji wê tevgera global e ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kiriye. Ev mijar teqez krîtîk e. Ji bo tenduristiya xwe jî krîtîk e. 24 sal in girtî ye. Dema dawî destûrê nade ku malbat û parêzer wî bibînin, ku ev yek gelekî şaş e. Ya rast ev yek li dijî qanûnan e. Di ehman demê de Ocalan ji bo aştî û edaletê ya gelê Kurd bi roleke krîtîk rabû, lê ne tenê ji bo gelê Kurd. Em dikarin li vê herêmê aştî û edaletê biafirînin. Em ê jiyanan rizgar bikin. Em ji bîr nekin, salên dawî li vê herêmê zêdeyî 40 hezar Kurd hatin kuştin. Ev rewşeke qebûlkirinê nîne. Ji ber vê yekê em li vir in. Li çar aliyên cîhanê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan çalakî têne lidarxistin, em jî bi wan re ne."
PRICE: DEM HATIYE KU BÊ BERDAN
Susan Price got, "Ez endameke Tifaqa Sosyalîst im û dosteke gelê Kurd im. Îro li vê derê me ji bo piştgiriyê bidim kampanya navneteweyî ku ji bo berdana lîderê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Di nava sê salên dawî de di nava tecrîdeke giran de ye, lê belê 24 sal in di girtîgehê de ye. Ji bo Kurd bibin xwedî çareseriyeke adil û aştiyane divê destûr jê re bê dayin ku karibe bi rola xwe rabe û dem hatiye ku bê berdan."
EVANS: TECRÎD ÊŞKENCE YE
Rachel Evans jî ji bo Abdullah Ocalan got 'Mandelayê sedsala 21'ê ye' û wiha dewam kir: "Ew terorîst nîne. Ew şervanekî azadiyê ye. Û ji bo hikumeta Tirk Ocalan berde em li vê derê ne. Sê sal in tecrîdkirî ye û ev yek jî şêweyekî êşkenceyê ye. Ji ber vê yekê ji bo em karibin peyama xwe bigihînin Parlamenta Galler a Başûr a Nû em li vê derê ne. Hikumeta Awûstralyayê ji bo Ocalan bê berdan divê zextê li Tirkiyeyê bike."
KALIYANDA: BI CIVAKA KURD RE ME
Charishma Kaliyanda got, "Ez parlamentera Lîverpoolê me û li Sydneyê bi civaka Kurd re me."
Kaliyanda anî ziman ku ji bo li fikarên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike ew hatiye û ragihand ku rewşeke gelekî zehmet e ku sê sal in bi ti awayî têkiliya xwe bi derve hatiye qutkirin. Kaliyanda got, "Lewma di rewşeke bi vî rengî de em karibin banga mafên mirovan û edaletê bikin, ji bo her kesî wê encameke baş be."
VICKI SENTAS: DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN
Ji Fakulteya Edalet û Hiqûqê ya Sydney, Dr. Vicki Sentas jî bi peyameke bi dîmen anî ziman ku ew piştgiriyê dide pêngavê.
Sentas diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di bin şert û mercên tecrîda girankirî û derhiqûqî de tê girtin û bi bîr xist ku ev 3 salên dawî bi ti rengî agahî jê nayê wergirtin.
Vicki Sentas got, “Nivîsên ku Abdullah Ocalan li girtîgehê nivîsandî, li navenda daxwazên siyasî yên Kurdan cih girtiye û rê nîşa Kurdan daye ku ji avakirina dewletekê zêdetir, demokrasiyê pêş bixin.”
Sentas anî ziman ku muameleya li hemberî Abdullah Ocalan, binpêkirina mafên mirovan e û Ev bang kir, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, divê civaka navneteweyî bikeve nava tevgerê.