Salvegera Komploya 9'ê Cotmehê li Ermenistanê hat protestokirin
Salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ermenistanê hat protestokirin.
Salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ermenistanê hat protestokirin.
Salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêma Armavîrê ya Ermenistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.
Endamê Komîteya Kurdistan Mîlo Kalaşyan, Dayika Şehîd Mûrad, Dayê Kubar û Ando Kalaşyan axivîn.
Mîlo Kalaşyan wiha got: “Em komploya navneteweyî û hemû hêzên ku bûn yek û Rêberê me girtin û radestî dewleta Tirk kirin, şermezar dikin. Bi girtina Rêber Apo re xwestin gelê Kurd bêdeng bikin û bitirsînin. Lê gelê Kurd êdî bûye xwedî hêz û rêxistin wê kes nikaribe me bêdeng bike.”
Kalaşyan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û dibêjin hûnê têk biçin û gelê azadîxwaz bi ser bikeve.”
Dayika şehîd Mûrad jî wiha axivî: “Serokê me bi awayekî bêbextane girtin û radestî dijmin kirin. Ji bo ku dayik êdî negirîn pêwîste Rêberê me bê azad kirin.”
Ando Kalaşyan jî destnîşan kir dewletên ku bi navê demokrasiyê diaxivin hemû bûn yek û komploya navneteweyî pêk anîn û wiha got: “Ev hêzên komploger ji fikir û felsefeya Rêber Apo tirsiyan, ji bo vê komplo pêk anîn. Lê bi ser neketin. Îro fikir û felsefeya Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê û derve belav bûye. Em civaka Êzidî jî li Ermenîstanê şopdarê Rêberê xwe û doza wî ne. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin û komplogeran vala derxînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.