TCŞ'ê li Viyanayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist

Ciwana li Viyanayê 29 kesên li Dêrikê hatin qetilkirin bi bîr anîn û piştre li kolaneke qelebalix çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwanan Nehammer ê ku li ser esasê hevkariyê bi serokomarê qirker a Tirk re hevdîtin pêk anî şermezar kirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo bîranîna 29 endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Tiryakê ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Dêrikê de şehîd bibûn, mûm pêxistin.

Piştî bîranînê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Rojava" ji kolana herî navdar û qelebalix a Viyanayê Stephansplatz heta Schwedenplatzê meşiyan. Ciwanan ji pira li ser çemê Donau ya Schwedenplatzê ala YPJ'ê daliqandin, dirûşma "Sahîd namirin" berz kirin û dûmanên rengîn çêkirin.

Ciwanên ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Çareseriya Pirsgirêka Kurd” ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve li ser asta cîhanê hatiye destpêkirin silav kirin, êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Çalakgeran di daxuyaniya xwe de Nehammer ku li ser esasê hevkariyê bi serokomarê qirker a Tirk re hevdîtin pêk anî, şermezar kirin.